'Koreya Bakur di nukleerê de ji texmînan bêhtir li pêş e'

Koreya Bakur, ku bi bernameya xwe ya nukleerî û ceribandina moşekan her di rojevê de ye, tê gotin ku kapasîteya wê heye moşekên ji serîkên atomê yê mînyatur çêbike.

Li gorî nûçeya rojnameya Washîngton Postê, di nirxandina yekîneyên îstîxbaratê yên Amerîka bi Japonyayê re, hat îdîakirin ku agahiyên nû li ser kapasîteya nukleerî ya Koreya Bakur hene. Di nûçeyê de hat ragihandin, li gorî raporên nû kapasîteya nukleerî ya Pyongyangê, ji ya tê zanîn hê li peş e.

Di nûçeyê de hat îdîakirin, di bernameya nukleerî û moşekên balîstîk ên Koreya Bakur de tespîta 'pêşketineke mezin heye' hatiye kirin û hat gotin, ji bo hilberîna moşekên ji serîkê nukleerî, gihîştiye asteke xetere.

DI RAPORA JAPONYAYÊ DE JÎ HEMAN NÊRÎN HEYE

Di dewama nûçeyê de hat ragihandin, Koreya Bakur gihîştiye wê astê ku serîkê atomê yê mînyatur li moşekên dikare bişîne parzemînan bi cih bike. Ev îdîa di raporeke Wezareta Parastinê ya Japonyayê de jî hate piştrastkirin.

Washîngton Postê diyar kir, di rapora Japonyayê de tê gotin, asta ku Koreya Bakur gihîştiye rê li ber wê yeke vedike ku rêveberiya Pyongyangê 'ji xwe gelekî bawer' be. Di raporê de tê destnîşankirin, ku ceribandina 2 moşekên ji serîkê atomê û 20 moşekên balîstîk ên par ji aliyê Koreya Bakur ve hatin kirin, wê rê li ber 'provokasyonên leşkerî yên bi rîsk' veke.

'PÊŞKETINA LI QADA NUKLEERÎ JI TEXMÎNAN BÊHTIR ZÊDE YE'

Washîngton Postê da zanîn, ku di nirxandina yek ji ajansên îstîxbaratê yên Amerîka (DIA) de tê gotin, pêşketina Koreya Bakur li qada nukleerî, ji texmînên heta roja îro hatine kirin zêdetir e.