Di nava artêşa Îranê de şer derket: 5 mirî
Li Tehranê, fermandarekî li hevalên xwe û leşkerên din reşand. Di encamê de 4 kes mirin, 12 jî birîndar bûn.
Li Tehranê, fermandarekî li hevalên xwe û leşkerên din reşand. Di encamê de 4 kes mirin, 12 jî birîndar bûn.
Li paytexta Îran Tehranê, fermandarekî li nava artêşa pasdaran wezîfedar, li hevalên xwe û leşkerên din reşand. Di encamê de 4 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, fermandarê li herêma leşkerî ya Kehrîzk a li Reyê wezîfedar, bi çeka xwe li fermandar û leşkerên li leşkergehê reşand.
Yek jê fermandarekî payebilind 4 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, fermandarê êrîş kir hatiye kuştin.
Têkildarî sedema êrîşa ku tê gotin fermandarê Bellûcî kiriye, agahî bi dest neket.