CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rûsya: Pêkanînên DYA yên li ser Venezûelayê alozî zêde kir
Rûsyayê, der barê biryara DYA ya li ser pêkanînên têkildarî Venezûelayê got, bi vê biryarê re tê xwestin, ku alozî bê girankirin. -
Lênêrekî nexweşan dibe ku li Elmanyayê 90 nexweş kuştibe
Di doza lênêrê nexweşan Nîels Hogel de, ku Elmanya xistiye nava şoqê, derkete holê ku Hogel di nava 12 salan de dozaja dermên a zêdeyî 30 nexweşan zêde kiriye û bi vî rengî rê li ber mirina wan vekiriye. -
Gaza ku li Brîtanyayê belavbûyî bû sedema nexweşiya sedan kesî
Li Brîtanyaya Mezin ji ber belavbûna gaza ku nayê zanîn ji kû belav dibe û bi dehan kêlometre belav bûye, bû sedama nexweşiya sedan kesî. -
Macron xwest rojnamevanê girtî yê Fransiz were berdan
Fransa ya ku li hemberî pêkanînên faşîzan ên li Tirkiyeyê ji zû ve ye bêdeng e, ji bo rojnamevanê girtî nerazîbûn nîşan da. -
Talîbanê êrîşî konvoya leşkerî kir: 13 kes mirin
Li wîlayeta Helmand a li başûrê Afganîstanê, li hemberî konvoyeke leşkerî êrîşeke bombeyî hate kirin. Di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Elmanya: Pênaseya me ya terorê û ya Tirkiyê ne weke hev e
Wezîrê Karê Navxweyî yê Elmanya Thomas Maîzîêre diyar kir di babetên ewlehiyê de hevkariya bi Tirkiyê re li gorî berê xirab bûye û got, ‘’pênaseya me ya terorê û ya Tirkiyê ne yek e, bi giştî Kurdên muxalîf ji bo me dibe ku ne terorîst bin.’’ -
DAIŞ'ê li Afganîstanê êrîşî mizgefta Şîa kir: 20 kes mirin
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, DAIŞ'ê êrîşî mizgefteke Şîa kir. Ji ber êrîşê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 10 jê sivîl in. -
FARC’ê ji bo ku bidin gel mal û milkê xwe da NY’yê
Gerîlayên FARC’ê ku di çarçoweya pêvajoya aştiyê de çekên xwe dane NY’ê, hemû mal û milkê xwe jî da mîsyona rayedar. -
Li Venezûelayê bi 900 hezar kesî wê tetbîqat bê kirin
Li Venezûelayê, ku rêveberiya DYA têkildarî wê gotibû 'destwerdana leşkerî' jî tê ceribandin, bi armanca parastinê wê tetbîqateke leşkerî ya gelekî mezin bê kirin. -
Bi deh hezaran kes li dijî êrîşa li Barcelonayê meşiyan
Li dijî êrîşa li paytexta Katalonya Barcelonayê, bi deh hezaran kes li Cambrîlsê li hev civiyan û meşiyan. -
DYA dikeve nava lepên bahoza herî dijwar a salên dawî
Tê payin, bahoza Harvey ku bahoza herî dijwar a salên dawî ye, di saetên pêş de bigihêje Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). Gelek bajarên li eyaleta Teksasê ji ber vê yekê hatin valakirin. -
Aydar ji xwe bawer e ku di hilbijartinên Norwêcê de bi ser bikeve
Di hilbijartinên Norwêcê de cara yekemîn e ku namzeteke Kurd nêzî serketinê ye. Namzeta Osloyê ya Rodt Seher Aydar a ji Konyayê, ji xwe bawer e ku bi ser bikeve. -
Li Myanmarê şerê navbera artêşê û serhildêran: 90 mirî
Li welatê Myanmarê, ku li başûrê rojhilat ê Asyayê ye, di navbera komek ji serhildêran û hêzên ewlekariyê de şer derket. Di şer de bi qasî 90 kes mirin. -
Li Hindistanê bûyer: Bi dehan kes mirine
Li Hindistanê piştî girtina yek ji komên herî pêş Gûrmeet Ram Rahim Sîngh û şûnde di bûyerên qewimî de, bi dehan kesan jiyana xweji dest dan. -
Oettînger: Divê em bi berdewamî pereyan bidin Erdogan
Komîserê ji budçeyê berpirs ê Komîsyona Ewropayê Gunther Oettînger got, divê li gorî peymana penaberan a bi Enqereyê re hatî kirin alîkariya pereyan ji bo Tirkiyê bidome. -
Hejmara bêkarên li Fransayê zêde dibe
Li Fransayê, ku ev demeke dirêj e di nava lepên pirsgirêka bêkariyê de ye, li gorî hejmarên ku nû hatine eşkerekirin, bêkarî dîsa zêde dibe. -
Hejmara welatiyên YE yên Brîtanyayê diterikînin zêde dibe
Li Brîtanya Mezin, ku danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) didomîne, zêdebûna hejmara koçberan li gorî salên bihurî kêm bû. Hejmara welatiyên Ewropî yên vî welatî diterikînin jî zêde dibe. -
OSCE ji Înterpolê xwest, daxwazên Tirkiyê bi baldarî lêkolîn bike
Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) bang li Înterpolê kir, ku daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo girtin û radestkirina mûxalîf û rojnamevanan, 'hê bi baldarî' lêkolîn bike. -
Gabrîel bersiveke 'profesyonel' da heqaretên Çelîk
Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel bersiv da Wezîrê Tirk Omer Çelîk, ku ew bi hewldanên nîjadperestî sûcdar kiribû. -
Çar ji pêncên Elmanan derdorên cuda qebûl dikin
Li gorî anketek li Elmanyayê hate kirin, beşek mezin a civakî biyaniyan, hevzayendan û mirovên xwedî rêbazeke cuda ya jiyanê dipejirînin. -
Şer û karesatên xwezayî bi mîlyonan mirov koçber kirin
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê saziya bi navê IDMC ve hatein weşandin, di 6 mehên destpêkê yên îsal de li gelemperiya cîhanê, 9,1 mîlyon mirov li welatê xwe bûn penaber. Bİ taybetî ji ber şer mirov koç dikin. -
Pêşî li komkujiya heywanên divê bên parastin nayê girtin
Li gelemperiya cîhanê, her sal bi deh hezaran heywanên divê werin parastin, tên kuştin. Ji sala 2009'an û vir ve bi sedan dildarên parastina jiyana xwezayî hatin kuştin. -
Li Yemenê bîlançoya bombardûmanê zêde dibe
Hat ragihandin ku li Yemenê di encama bomberdûmana balafirên di pêşengtiya Siûdî Erebîstan a girêdayî koalîsyoan Ereb de pêk anîbû, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Barana mûsonê ya li başûrê rojhilat ê Asyayê didome
Ji ber barana mûsonê ya li başûrê rojhilat ê Asyayê dibare, lehî rabû û cih heziyane. Ji ber karesatê 750 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Afganîstanê êrîş: 5 mirî, bi dehan birîndar
Li bajarê Laskar Gah ê Afganîstanê, di êrîşeke xwekuj de 5 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.