DAIŞ'ê li Afganîstanê êrîşî mizgefta Şîa kir: 20 kes mirin

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, DAIŞ'ê êrîşî mizgefteke Şîa kir. Ji ber êrîşê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 10 jê sivîl in.

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, DAIŞ'ê êrîşî mizgefteke Şîa kir. Ji ber êrîşê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 10 jê sivîl in. Wezareta Tenduristiyê ya Afganîstanê ragihand, zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn. Wezaretê diyar kir, sê êrîşkar jî hatine kuştin.

Rayedarên Afgan gotin, yek ji êrîşkaran bombeyên li ser xwe pêçandibû, di hundirê mizgeftê d teqandiye û êrîşkarên din jî bi çekê ketine nava mizgeftê. Hat gotin, di operasyona rizgarkirinê de 100 kesên ji civata li mizgeftê hatine rizgarkirin.