Cassînî mîsyona xwe ya 13 salan qedand

Amûra fezayî Cassînî, ku ji aliyê NASA'yê ve beriya 13 salan ji bo lêkolînkirina peyka Saturnê hatibû şandin, wezîfeya xwe qedand.

Amûra fezayî Cassînî, ji aliyê Daîreya Hewayî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) ve ji bo lêkolînkirina peyka Saturnê Tîtan, ku yek ji gerstêrkên li nava Sîstema Rojê ye, hatibû şandin.

Cassînî di nava 13 salan de bi sedan carî li dora Tîtan geriya û lêkolîn kir. Hat ragihandin, amûra fezayî Cassînî bi 120 hezar kîlometreyî xwe nêzî Tîtanê kiriye û piştre bi rengekî kontrolkirî hatiye xistin.

Li gorî agahiyan, wêne û daneyên Cassînî kişandiye û peyda kiriye, wê di dema pêş de bigihêje NASA'yê.