CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Endonezyayê erdhej
Ajansa Meteorolojî, Klîmatolojî û Jeofizîkê ya Endonezyayê (BMKG) diyar kir ku navenda erdhejê 11 kîlomtere rojhilatê herêma Karanasem a eyaleta Baliyê ye. -
'Gavên Îranê herêmê bêîstikrar dike'
Li gorî pisporan, gavên ku rêveberiya Îranê di rojên dawî de avêtine dikarin hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherînin. -
Gelo Îran û Siûdî Erebistan amadekariya şer dikin?
Lubnan jî ket nav şerê di navbera Îran û Siûdî Erebistanê de. Li aliyekî DYA, Siûdî Erebistan û hevalbendên wan û li aliyê din jî Îran û hevalbendên wê. -
Bi qasî 3 hezar penaber îsal li Derya Spî xeniqîn
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku ji destpêka salê û vir ve bi qasî 5 hezar penaberî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar ji van li Derya Spî xeniqîne. -
NATO 3 hezar leşkerên din dişîne Afganîstanê
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, wê 3 hezar leşkerên din bişînin Afganîstanê. -
Li Kendavê çi diqewime?
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, piştgiriya xwe ya ji Kralê Siûdî Salman û prens Bîn Salman dîsa diyar kir. -
Li Yemenê mirovahî dîl hatiye girtin
Piştî ku milîsên Hûsî yên li Yemenê fuze avêt Riyadê, dor bi temamî li vî welatî hate girtin. Koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî serkêşiyê jê re dike, hemû rêyên bejahî, hewayî û deryayî yên vî welatî girt. -
Di hevrikiya Siûdî-Îranê de eniya nû: Libnan
Hîzbûllah li gorî berê niha Libnanê pir zêdetir kontrol dike. Ev hem realîteyeke leşkerî û hem jî siyasî ye. Perdeya nû ya hevrikiya di navbera Siûdî û Îranê de wiha li Libnanê vebû. -
Êrîş birin ser qenala televîzyonê: Kesek mir, 23 kes birîndar bûn
Li paytexta Afganîstanê Kabîlê êrîş bi ser stasyona televîzyonê ya Shamshadê de bû. Kesek hate kuştin, 23 kes jî birîndar bûn. -
Di keştiya penaberan de cesedên 26 zarokan hatin dîtin
Di keştiyeke penaberan de ku ji Derya Spî diçû Ewropayê, cesedên 26 zarokên keç hatin ku piraniya wan 14-18 salî ne. -
Ablûkaya li ser Yemenê: Sînor hatin girtin
Siûdî Erebistanê piştî êrîşa fuzeya balîstîk diyar kir ku wê sînorên xwe yên bejahî, behr û hewayî yê bi Yemenê re heta demekê girtiye. -
Li Yewnanîstanê operasyona mezin a li dijî bazirganên mirovan
UNCHR ragihand, hejmara penaberên îsal di ser Derya Egeyê re xwe gihandin Ewropayê daketiye 148 hezarî. Li Îtalya û Yewnanîstane jî polîsan operasyonên xwe yên li dijî bazirganên mirovan berfireh kirin. -
Li Lîbyayê keştiya koçberan noqî avê bû: 5 kes mirin
Di encama noqîavê bûna keştiyeke koçberan a li peravên Lîbyayê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Biryar hat dayin ku Pûîgdemont û 4 wezîr bi şert bên berdan
Dadgeha Belçîkayê biryar da ku Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont û 4 wezîrên wî bi şert werin berdan. -
Elmanyayê kîjan tawîzên mezin da Erdogan?
Piştî berdana Peter Steûdtner ji aliyê rejîma Erdogan ve, Berlîn û Enqere li hev nerm bûn û ji bo vê jî Kurd kirin qurban. -
Li DYA’yê li dijî dêrekê êrîşeke çekdarî hate kirin: 27 kes mirin-NÛ BÛ
Hat ragihandin ku li DYA’yê li Eyaleta Teksasê li dijî dêrekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 27 kes mirin. -
Pêşnûmeya li ser Heşdî Şabî pêşkêşî Kongreya DYA hate kirin
Ji bo komên Esayîp Ehlî Hak û Hîzbûllah-Nûceba yên ser bi Heşdî Şabî terorîst werin îlankirin, pêşnûmeyek pêşkêşî Kongreya DYA hate kirin. Di pêşnûmeyê de hat ragihandin, ku her du kom alîgirê Îranê ne. -
Li Erebîstana Siûdî operasyona nelirêtiyê
Li Erebîstana Siûdî, gelek kes bi îdîaya nelirêtiyê hatin binçavkirin ku tê gotin 11 ji wan prens in. -
Li Lubnanê Serokwezîr îstifa kir
Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî îstîfa kir. Harîrî di îstîfaya xwe de Îran û Hîzbûllah rexne kir. -
Li Pasîfîkê bi pileya 6.9 erdhej pêk hat
Li peravên Samoa ya welatê Pasîfîkê erdhejek di pileya 6.9 de çêbû. -
ÛNICEF: Li ser 300 mîlyon zarokan şîddeta sîstematîk heye
Di rapora ÛNICEF’ê ya bi navê ‘Di Jiyana Zarok û Balikbûnê de Şidedet' bal tê kişandin li ser 300 mîlyon zarokên temenê wan di navbera 2-4 salî de ku di cîhanê de bi awayekî sîstematîk rastî şîddetê tê. -
Derbarê Puîgdemont ‘bultena sor’ hate derxistin
Dadgeha Spanya derbarê lîderê Katalan Carles Puîgdemont bi ‘bultena sor’ biryara girtinê derxist. -
Li Derya Spî karesateke din: Herî kêm 7 koçber mirin
Bota plastîk ku koçber tê de bûn û ji Lîbyayê diçû Îtalyayê, li Derya Spî noqî avê bû. Di karesatê de gelek koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Rojhilatê Elmanyayê her yek ji 3 extiyaran xizan e
Li gorî daneyên ji aliyê qenala televîzyonê MDR a Elman ve hatin weşandin, xizaniya ku wê di nava 20 salên bê de li Elmanyayê zêde bibe, herî zêde wê bandorê li extiyarên li eyaletên rojhilat bike. -
Çi bi serê 30 hezar penaberên li Elmanyayê hat?
Li Elmanyayê, aqûbeta 30 hezar penaberên ku serlêdana wan a penaberiyê hate redkirin û biryara dersînorkirina wan hate dayin, nayê zanîn.