CÎHAN
Hemû Nûçe
-
2017: Sala şer, krîz û bobeletan
Sala 2017’an di serî de li Rojhilata Navîn li hemû dinyayê saleke tije şer bû; her wiha vê salê bobelatên sirûştî û mirovî, krîza siyasî û mirovî têra xwe hebûn. -
Îtalya xwe ji bo hilbijartinên nû amade dike: Hikûmet wê bê betalkirin
Li Îtalyayê beriya hilbijartina ku wê meha Adarê pêk were, Serokkomar Sergîo Mattarella li benda betalkirina hikûmetê ye. -
Li Afganîstanê ji ber teqînê 13 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, li navendeke çandê ya Şîa teqînek pêk hat. Ji ber teqînê 13 kes mirin, zêdeyî 25 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin, teqîn ji ber êrîşeke xwekujiyê rû daye. -
Spanya, hilbijartiyên Katalan ên li ber dagirkeriyê rabûn digire
Hikumeta Spanyayê ku biryar da hêzên xwe yên polîs ên li Katalonyayê vekişîne, hê jî alîgirên serxwebûnê û hilbijartiyên li ber dagirkeriya Spanyayê rabûn digire. -
Rastgirên tund, nûnertiyên karkerên Elman dikin hedef!
Rastgirên tund ên li Elmanyayê ku di hilbijartina giştî de 12 ji sedî yê dengan girtin û bi vî rengî ketin rojevê, niha jî hewl didin xwe li sendîkayên ji nêrîna çepgiran bi rêxistin bikin û zerarê bidin daxwazên karkeran. -
Spanya polîsên xwe yên li Katalonyayê vedikişîne
Polîsên ku rêveberiya navendî ya Spanyayê ji ber referandûma 1'ê Cotmehê şand Katalonyayê, vedikişin. -
Koalîsyona Kendavê li Yemenê dîsa li sivîlan xist
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstan Siûdî cihê bazarê yê li rojavayê Yemenê bombe kir. Di êrîşa hewayî bi kêmanî 14 kes hatin kuştin. -
Hilbijartinên Rûsyayê: Pûtîn vê carê jî bê hevrik e
Vladîmîr Pûtîn ku li Rûsyayê piştî Stalîn lîderê herî zêde bi demdirêjî li ser desthilatdariyê maye, tê texmînkirin ku di hilbijaritnên meha Adarê de herî kêm 60 ji sedî yê dengan bigire. -
Dîktatorê dest bi xwîn 'lêborîn' ji gelê Perû xwest
Dîktator Fûjîmorî ku ji kuştina bi hezaran mirovên li Perû berpirsyar tê dîtin û bi rengekî bi guman hate efûkirin, ji gel lêborîn xwest. -
DYA tevkariya xwe ya li budçeya NY kêm kir
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku zêdeyî yek ji çar parên budçeya Neteweyên Yekbûyî (NY) dide, ragihand ku beşeke girîng a vê budçeyê kêm kiriye. Tê texmînkirin ku ev biryar, weke nerazîbûnek li ser dengdana Qudsê ye. -
Li peravên Îtalyayê bi sedan koçber hatin rizgarkirn
Hat ragihandin ku tevî werza zivîstanê jî bi sedan koçberên ku dixwestin li ser Lîbyayê re derbasî Îtalyayê bibin, dema li ber xeniqînê bûn hatin rizgarkirin. -
Rûsya dest bi hevdîtinên navbeynkariya DYA û Koreya Bakur kir
Rûsya ragihand, ji ber nakokiyên ceribandina nukleer û fuzeyan ên di navbera DYA û Koreya Bakur de derketibûn, dest bi hevdîtinên navbeynkariyê kiriye. -
Bîlançoya şerê li Yemenê giran dibe
Li Yemenê di şerê navbera hêzên alîgirê hikumetê yên Erebîstana Siûdî piştgiriya wan dikin û komên Hûsî yên Îran piştevanê wan e, zêdeyî 60 kes mirin. -
Gelê Perû li dijî efûkirina dîktator Fûjîmorî li qadan e
Xwepêşandanên li dijî efûkirina Alberto Fûjîmorî ku ji kuştina bi deh hezaran kesî berpirsyar tê dîtin, zêde dibin. -
4 welatên din jî wê Sefaretxaneyên xwe bibin Qudsê
Piştî biryara DYA ku wê Sefaretxaneya xwe ya bilind a li Îsraîlê bibe Qudsê, tê gotin ku herî kêm 4 welatên din jî wê biryareke bi vî rengî bidin. -
Li Moskowayê otobus li derbasoka peyayan qelibî: 5 kes mirin
Li Moskowaya paytexta Rûsyayê otobusa şaredariyê li derbasoka peyayan qelibî, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. -
Bagera li Fîlîpînê: Hejmara miriyan zêde dibe
Hat ragihandin, hejmara mirovên ji ber Bagera Tembînê li Fîlîpînê mirin, gihîşt 230 kesî. -
Li Afganîstanê teqîn: 7 sivîl mirin
Li wîlayeta Helmandê di teqînê de 7 kes mirin. -
Siûdiyan li Yemenê dan: 25 Hûsî mirin
Di êrîşa Sûdiyan de ku li rojhilatê Yemenê hate kirin, 25 Hûsî mirin. -
Li Fîlîpînê karesata bagerê: 133 kes mirin
Li Mîndanao, ku duyemîn mezintirîn girava Fîlîpînê ye, cenazeyên 133 kesan hatin dîtin. -
KENY’yê pêkirinên giran li ser Koreya Bakur danî
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi yek dengî pêşnûmeya ku pêkirinên giran li ser Koreya Bakur deyne qebûl kir. -
DYA li NY mehkûm bû, wê ji niha û pê ve çi bibe?
Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di dengdana li ser biryara DYA ya der barê Qudsê de, bi piraniya dengan biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) mehkûm bû. -
Li Yemenê hejmara mirovên bi kolera ketin gihîşt milyonek kesî
Hat ragihandin, hejmara mirovên li Yemenê bi nexweşiya kolera ketine gihîşt milyonek kesî. -
Li Katalonyayê tevî zordariyê jî alîgirên serxwebûnê bi ser ketin
Di hilbijartina herêmî de ku Spanyayê bi zorê li ser Katalonyayê ferz kir, gel ji nû ve partiyên alîgirê serxwebûnê hilbijart. -
Germahiya global: Salane wê bi sed hezaran penaber bên Ewropayê
Li gorî lêkolîneke ku li kovara Scîence hate weşandin, eger germbûna global dwam bike wê her sal 660 hezar penaberên din berê xwe bidin parzemîna Ewropayê. Hat destnîşankirin ku germbûna global wê rê li ber şer veke.