Li Moskowayê otobus li derbasoka peyayan qelibî: 5 kes mirin

Li Moskowaya paytexta Rûsyayê otobusa şaredariyê li derbasoka peyayan qelibî, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Rojavayê Moskowayê otobusek li derbasoka peyayan qelibî.

Li gorî agahiyên pêşîn li vê derê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Televîzyonên Rûsyayê dîmenên qelibandinê jî weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku otobus 5 kesan dide ber xwe.

Ajovanê otobusê jî diyar kir ku, otobus li rawestgehê bûye, bixweber ji nişka ve bi rê ketiye û frêna otobusa nexebitiye.