CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê 20 koçberan hate dîtin
Li derdora FAS’ê cenazeyê 20 koçberan hatin dîtin ên ku di avê de xenîqîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. -
Ji Parlamentoya Baskê banga Efrînê li YE û NY’yê
Komên siyasî yên parlamentoya Baskê li dijî êrîşên li ser Efrînê danezaneke hevpar weşandin. -
DYA zerengiya nukleerî nûjen dike
DYA ku meha bihurî Rûsya û Çîn ji bo ewlehiya xwe ya netewî taloke dîtibû niha jî bi rapora nû ya nukleerî amaje pê kir ku wê pêşbaziya hêzê geş bike. -
Li Fransayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 5 mirî
Li başûrê Fransayê, du helîkopterên leşkerî li hev ketin. Di bûyerê de hemû personelên helîkopteran jiyana xwe ji dest dan. -
Elmanya: Eger Şahrûdî dîsa were em dikarin wî bigirin
Wezareta Edaletê bersiv da pirsa parlamentera Partiay Çep Hêlîn Evrîm Sommer û diyar kir ku Wezîrê Edaletê yê berê yê Îranê Şahrûdî ku biryara darvekirina gelek kesan erê kir, eger careke din bê Elmanyayê dikare were girtin. -
Xebatkarên metal ên li Elmanyayê di grevê de bi biryar in
IG Metall ku li Elmanyayê bi milyonan kedkarên metalê temsîl dike, bi biryar e ku encam ji danûstandinên tomerî dernkeve bikeve grevê. -
Li Efxanîstanê erdhej
Li paytext Efxanîstanê Qabûlê erdheje bi himeta 6.2’yan çêbû. -
Li Qabûlê êrişa bombeyî: 95 kes mirin NÛ-BÛ
Li paytexta Efxanîstanê Qabûlê êrişeke bombeyî çêbû û 95 kes mirin, 158 kes jî birîndar bûn. -
Li Kabûlê ji ber êrîşekê 15 kes mirin
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, êrîşek li otelekê hate kirin. Ji ber êrîşê 15 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Ewrûpayê bi hezaran kes bi slogana ‘Erdoganê dîktator’ daketin qadan
Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê protesto kirin. -
Li Meksîkayê erdhej
Li Meksîkayê 10 kîlometre bin erdê erdhejeke bi himeta 6,4 çêbû. -
Serokê nû yê parlamenta Katalonyayê hate hilbijartin
Ji bo serokatiya Parlamenta Katalonyayê Roger Torrent hate hilbijartin. -
Germahiya global sala 2017'an jî di asteke bilind de dewam kir
Li gorî daneyên Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO), piştî sala 2016'an ku bandora fenomena El Nîno hate dîtin, duyemîn sala herî germ, 2017 bû. -
Rûsya: Peymana nukleerê di meseleya Koreya Bakur de jî girîng e
Rûsyayê hişyarî da ku eger peymana nukleerê ya sala 2015'an bi Îranê re hate mohrkirin (JCPOA) têk biçe, di serî de Koreya Bakur wê zerareke mezin bide hewldanên ji bo paqijkirina welatên din ji nukleerê. -
Li Ewropayê gelek kes ji ber bagerê mirin
Li welatên Ewropayê ji ber bagera Frîederîke gelek kes mirin, di xizmeta gihandinê û enerjiyê de gelek arîşe çêbûn. -
Li Kazakîstanê otobus şewitî: 52 kes mirin
Li Kazakîstanê otobusekê qeza kir û agir pê ket. Di bûyerê de 52 kes mirin. -
Trûmp: Rûsya di mijara Koreya Bakur de nabe alîkar
Serokê DYA Donald Trûmp diyar kir ku Koreya Bakur bi saya Rûsyayê pêkanînên navneteweyî yên ji ber bernameya xwe ya nuklerî lê tên ferzkirin pûç kiriye. -
Qanûna ku erka bicihanîna Brexîtê dide hikumetê qebûl bû
Pêşnûme qanûna ji aliyê hikumetê ve ji bo derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê hate amadekirin, li Kamara Avamê di dengdanê de hate qebûlkirin. -
Li Hîndîstanê ji bo yekîneyên ser sînor çekdarbûn zêde dibe
Hindîstanê ku bi Çînê û Pakîstanê re li ser sînor gelemşeyên wan ên giran hene, vê dema dawî gelek çek kirîn, vê jî rîska ku dîsa bi Pakîstanê re şer çêbibe anî rojevê. -
Partiyên Katalan li ser seroktiya Puîgdemont li hev kirin
Li Katalonyayê ku alîgirên serxwebûnê dîsa piraniya dengan standin, du partiyên sereke li hev kirin ku Puîgdemont ê li mişextiyê bibe Serokê Herêmê, hikûmeta Spanyayê bi hinceta Puîgdemont lê radiweste ku rayeyên rêveberiya xweser nede. -
Li Derya Spî 1400 koçber hatin rizgarkirin
Hat ragihandin, zêdeyî hezar koçberên ji Lîbyayê diçûn Îtalyayê li Derya Spî hatine rizgarkirin, lê herî kêm 2 kes mirine. -
Li Venezûelayê lîderê 'koma darbekar' hate kuştin
Hat ragihandin, li Venezûelayê di operasyona dijî 'koma darbekar' de lîderê komê Oscar Pêrez jî hatiye kuştin. -
Skandala 'Wezîrê kujer' dibe rojeva meclîsa Elman!
Wezîrê Edaletê yê berê yê Îranê, ku zarok jî di nav de biryara îdamê der barê gelek kesan de dabû, ji bo 'tedawiyê' hatibû Elmanyayê. Mijara terikandina Elmanyayê kete rojeva meclîsa federal. Wekîlên Elman dixwazin skandala Şahrûdî bê ronîkirin. -
RRF’ê biryara naskirina Îsraîlê nepejirand
Di civîna Konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filistinê de biryara naskirina Îsraîlê nehate pejirandin. Konsey ji nû ve naskirin bi şertekî ve girêda. -
Li Kosowayê siyasetmedarê Sirp hate kuştin
Li Kosowayê siyasetmedarê navdar di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin.