CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Danûstandina her du Koreyan: Çîn kêfxweş e, DYA şert danî
Daxuyaniyên erênî yên li ser destpêkirina hevdîtinên navbera Koreyên Bakur û Başûr dewam dikin. DYA ragihand ku ew ê danûstandinên li ber bernameya nukleerî ranabin qebûl neke. -
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê serdana xwe ya Tehranê taloq kir
Serokkomariya Fransayê ragihand ku serdana Wezîrê Karên Derve ya ji bo Îranê hatiye taloqkirin. -
Gelo DYA alîkariya aborî li ser Pakîstanê birî?
Serokê DYA Donald Trûmp diyar kir ku Pakîstanê DYA xistiye şûna nezanan û Pakîstan sûcdar kir ku alîkariyê dide terorîstan. -
Maliyeta 'krîza' li Katalonyayê herî kêm milyarek euro ye
Maliyeta referandûma serxwebûnê ya li Katalonyayê û krîz siyasî ya ku piştî ragihandina serxwebûnê bi zexta Spanyayê rû da, tê gotin ku milyarek e. -
Xala 103. a bi Erdogan re navê wê hate bihîstin, hate rakirin
Li Elmanyayê, xala cezakirina heqareta li lîderên dewletên biyanî, ku bi dîmenê mîzaha li hemberî Erdogan kete rojevê, ji holê hate rakirin. -
Peymana qirêj a bi Lîbyayê re, koça ber bi Îtalyayê kêm kir
Bi qasî ku hate tespîtkirin, par 119 hezar koçber gihîştin Îtalyayê ku rawestgeha destpêkê ya koça ber bi Ewropayê ve ye. Tê gotin ku peymana qirêj a bi hikumeta Lîbyayê re hate kirin, tesîra xwe li ser kêmbûna hejmara penaberan kiriye. -
Li Kosta Rîka balafir ket: 12 kes mirin
Li herêma çiyayî ya wîlayeta Gûanacaste ya ku dikeve bakurê rojhilatê Kosta Rîkayê, balafirek biçûk kete xwarê 12 kes mirin. -
Parlamenterê Filistînî hate binçavkirin
Hate ragihandin ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve parlameneterê Konseya Qanûndanînê yê Filistînî Nasir Abdûlcevad hatiye binçavkirin. -
Engîn: Em ê şopdarê Che bin
Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê salvegera şoreşa Kubayê pîroz kir, gelê Kubayê slav kir û got Ocalan û PKK şopdarê Che ne û hevrêtiyê bi Che re dikin. -
Li Hindistanê şer: 8 kes mirin
Di êrîşa li eyaleta Kaşmîr a Hindistanê de, 3 jê êrîşkar bi giştî 8 kes mirin. -
Li Berlînê îstasyona trenê hate valakirin
Li paytexta Elmanya Berlînê ji ber dûmana zêde îstasyona trenê Zoolagîscher Garten hate valakirin. Polîsan ragihand ku ji ber arizayeke teknîkî xetên elektrîkê yên trenê şewitîne. -
Li Afganîstanê ji ber teqînê 12 kes mirin
Li herêma Haska Meyna ya Afganîstanê, di dema merasîma cenaze de teqînekê rû da. Ji ber teqînê 12 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn. -
Katalonyayê bang li Spanyayê kir: Encamên hilbijartinê nas bikin
Serokwezîrê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ji bo sala nû dîmenek weşand. Pûîgdemont di peyama xwe de bang li hikumeat Spanyayê kir ku encamên hilbijartina 21'ê Kanûnê nas bike. -
Nîvê Elmanan dixwazin Merkel îstifa bike!
Li gorî anketeke dawî, nîvê Elmanan dixwazin lîdera demokratên Xiristiyan Angela Merkel tavilê îstifa bike. -
Li Arjantînê zarokeke din jî hate dîtin ya ku hatibû windakirin
Li Arjantînê zarokeke din jî hate dîtin ya ku ji aliyê rejîmê ve hatibû windakirin. -
Misr li ber Sûdan û Tirkiyeyê rabû: Planên 'Osmanî' tên kirin
Biryara Sûdanê ya ji bo radestkirina Girava Sewakinê ji bo Tirkiyeyê li Misrê deng veda. Hemû aliyan ev biryar red kirin û tekez kirin ku ev gaveke ji bo vegerandina împeratoriya Osmanî ye û ji hêla miletê Misrî ve nayê pejirandin. -
Daxuyaniya DYA ya li ser Îranê
DYA diyar kir ku ew xwepêşandanên li Îranê ji nêz ve dişopînin û girtina xwepêşandêran şermezar dikin. -
Li Gazzeyê di protestoyan de 143 kes birîndar bûn
Li Gazzeyê di çalakiyên protestoyî yên Fîlîstîniyan de 143 kes birîndar bûn. -
Îsraîl wê bi fermî ji nava UNESCO derkeve
Piştî DYA'yê, Îsraîlê jî ragihand ku UNESCO li dijî wan ketiye pozîsyona dijber û diyar kir ku bi fermî ji nava UNESCO derkeve. -
Beriya Brexîtê Brîtanyayî dibin welatiyên Îrlandayê
Ji ber ku Brîtanya Mezin wê sala 2019'an ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, bi sed hezaran kes ji bo li nav Yekîtiya Ewropayê bimînin, dest bi wergirtina pasaporta welatên cuda kirin. Herî zêde jî pasaporta Îrlandayê digirin. -
Hesabgirê Aûschwîtzê wê cezayê xwe bikişîne
Dadgeha Federal a Elmanyayê, der barê endamê berê yê SS Oskar Gronnîng de, ku li nava raya giştî weke "Hesabgirê Aûschwîtzê" tê naskirin û tevî ku 4 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn jî li derve ye, biryara xwe eşkere kir. -
ELN bi biryar e ku bi Kolombiyayê re danûstandinan bidomîne
ELN ku yekane tevgera gerîla ya çep e û hê li Kolombiyayê têkoşîna şekdarî dimeşîne, ragihand ku ew bi biryar in danûstandinên aştiyê yên bi hikumetê re dimeşînin bi ser bixînin. -
Sekreterê Giştî yê NY ji bo aştiyê hişyarî da lîderan
Sekreterê Giştî yê NY Gûterres ji bo sala 2018'an hişyarî da hemû welatan û got, "Ji bo 2018'an dibêjim aştî. Ev mesaj ne bang e, ev mesaj hişyarî ye, ji bo cîhana me hişyariyeke sor e. Atmosfera baweriyê ji nû ve biafirînin." -
Li Qahîreyê êrîş li dêrekê hate kirin
Li paytexta Misrê Qahîreyê, li dêrekê ji ber êrîşê 5 kes mirin. -
Li Misrê di şer de herî kêm 6 leşker mirin
Li Misrê, di dema operasyona yekîneyên artêşaê ya dijî Îslamiyên radîkal de teqînekê rû da. Herî kêm 6 leşker mirin.