CÎHAN
Hemû Nûçe
-
YE pêşniyara referandûmeke nû li Brîtanyayê kir
Tê payin ku Brîtanya sala bê ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve. Ji bo di nava yekîtiyê de bimîne, di asta herî bilind de pêşniyar li Brîtanyayê hate kirin. -
Civîna destpêkê ya Parlamenta Katalan a piştî hilbijartinê
Parlamenta Katalonyayê, wê civîna xwe ya destpêkê ya piştî hilbijartina 21'ê Kanûnê roja 17'ê Çileyê pêk bîne. Nayê zanîn ku ji ber rewşa wekîlên partiyên alîgirê serxwebûnê yên li derveyî welat in, hikumet karibe bê avakirin, ya na. -
Li Venezûelayê operasyon li dijî komeke 'darbekar' hate kirin
Hat ragihandin, operasyon li komeke 'darbekar' hatiye kirin û di encamê de gelek kes hatine kuştin. -
Qraliyeta Yekbûyî hişyarî da hemwelatiyên xwe: Neçin Tirkiyeyê
Qraliyeta Yekbûyî hişyarî da hemwelatiyên xwe yên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê û daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku bila neçin bajarên Kurdistanê. -
Fransa: Daxwaza Rojava ya darizandina DAIŞ’iyan rewa ye
Wezîra Artêşa Fransayê Florence Parly diyar kir ku dezgehên xwecihî yên li Irak û Sûriyeyê dikarin endamên çeteyên DAIŞ’ê yên dîl bidarizînin û ev tişt rewa ye. -
Abbas: Îsraîlê dawî li hevdîtinên Osloyê anî
Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas ragihand ku Îsraîlê dawî li peymanên Osloyê yên li ser otonomiya Fîlîstînê sala 1993'an hatin îmzekirin aniye. -
Li Bexdayê teqîn: 35 mirî, 90 birîndar -NÛ BÛ
Li meydana Teyran a Bexdayê ji ber teqînê herî kêm 35 kes mirin, 90 kes jî birîndar bûn. -
Awûstûrya dixwaze têkiliyên bi rejîma Erdogan re sererast bike!
Piştî Elmanyayê, hikumeta Awûstûrya jî dixwaze têkiliyên xwe yên bi rejîma Erdogan re sererast bike. Wezîra Karên Derve ya Awûstûryayê Karîn Kneîssl wê 25'ê Çileyê biçe Tirkiyeyê. Kneîssl ev demeke peyamên germ dide Tirkiyeyê. -
Parlamenta Ewropa dixwaze peymana penaberan biguherîne
Parlamenta Ewropayê dixwaze Peymana Dûblînê biguherîne, ku li gorî vê peymanê; penaberên tên Ewropayê ji welatê ku destpêkê hatiye tên şandin. Qanûna nû Elmanyayê dixe nava fikaran. -
Li Brezîlyayê desteserkirina zeviyan
Li Brezîlyayê li gorî rapora salane ya ku ji aliyê organîzasyona Katolîk a parastina mafên gundî û cotkaran dike CPT ve hatî weşandin de, di sala 2017’an de hejmara qetilkirina cotkaran ya ji ber zeviyan li gorî sala berê 4 caran li xwe zêde kiriye. -
Peymana nukleerê ya bi Îranê re û metirsiyên aborî yên YE’yê
Donald Trûmp verastkirina ku pêkirinên bi çarçoweya peymana nukllerê ya bi Îranê re 3 mehên dî dirêj kir, YE bi tirsa ku wê ji partnerê aborî yê mezin qut bibe zextê dike da ku pêgirê peymanê bin. -
Trûmp ji bo cara dawî pêkirinên li ser Îranê rawestand
Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp diyar kir ku ji bo cara dawî pêkirinên aborî yên li ser Îranê rawestand. -
NY: Îran amborgoya çekan a li ser Yemenê binpê kir
Neteweyên Yekbûyî (NY) got Îranê çek daye milîsên Hûsî yên Yemenê û ambargoya çekan binpê kiriye. -
Ji YE ji bo Tirkiyeyê pêşniyara ‘hevkariya stratejîk’
Endamê Berpirsê ji Berfirehiya Komîsyona YE Johannes Hahn ji bo Tirkiyeyê pêşniyara avakirina ‘Têkiliyekî rast’ û li cihê endamtiyê jî pêşniyara ‘hevkariya stratejîk’ kir. -
Li Tûnisê 778 kes hatin binçavkirin
Li Tûnisê çalakiyên li dijî bêdadmendiya civakî ku ji serê salê ve dest pe kiribûn, didomin. Her roj di çalakiyan de gelek kes têne binçavkirin. -
Li Elmanya ji bo hikûmeta koalîsyonê di prensîbê de li hev kirin
Partiyên Demokrat ên Xiristiyan CDU û CSU yên bi pêşengiya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û Partiya Sosyal a Demokrat SPD di hevdîtinên koalîsyonê de di prensîbê de li hev kirin. -
IPCC: Germahiya global wê sala 2040'î bi 1,5 pileyî zêde bibe
Li gelemperiya cîhanê nîqaş tê kirin, bê heta sala 2100'î çawa dikare germahiya global di bin asta 2 pileyî de bê hiştin. Fikar hene ku di nava 20 salan de hewa bi 1,5 pileyî germ bibe. -
Çavûşoglû pesnê tundiya Elmanyayê ya li dijî Kurdan da
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû pesnê dewleta Elmanyayê da ku dema dawî siyaseta xwe ya li dijî Kurdan tund kiriye û got, "Bendewariya me ya di têkoşîna dijî PKK'ê de zêdetir e." -
Li peravên Venezûelayê botek binav bû: Zêdeyî 30 kes winda ne
Botek ji Venezûelayê berê xwe da girava Arûba ya ser bi Hollandayê, ku bi dehan kes tê de bûn, noqî binê avê bû. Tê gotin ku gelek kes winda bûne. -
Bê edaletiya civakî ya li Tûnisê piştî şoreşê zêdetir bû
Li Tûnisê, çalakiyên li dijî bê edaletiya civakî û aborî ev çar roj in dewam dikin. Bi tundî dest li raperîna gel tê werdan. Raperîn encama giranbûna pirsgirêkan e, ku li şûna 7 salên piştî şoreşê bihata çareserkirin girantir bûne. -
ELN dixwaze danûstandinên ji bo aştiyê bidomin
Hikumeta Kolombiyayê, danûstandinên ji bo aştiyê yên bi tevgera gerîla ELN re dimeşand, sekinand. ELN'ê xwest hevdîtin bidomin. -
Li Kalîforniyayê lehî rabû: 17 kes mirin
Li başûrê eyaleta Kalîforniyayê ya DYA’yê lehî rabû û 17 kes mirin. -
Raperîna li Tûnisê: 2 rojên dawî 500 kes hatin binçavkirin
Li Tûnisê ku 'Bihara Ereb' ji wir dest pê kiribû, gel vê carê ji bo edaleta civakî herikî kolanan. Li gelek bajaran şer diqewime. -
Endamê Meclîsa Damezrîner a Venezûelayê hate kuştin
Li Venezûelayê çalakiyên mûxalefeta rastgir ên li dijî serokdewlet bi ser neketin. Qurbanê dawî yê înfazen komên tarî yên li welêt, endamekî Meclîsa Damezrîner e. -
Çalakiyên protestoyî yên li Tûnisê duh bi şev jî dewam kirin
Li Tûnisê, xwepêşandanên li dijî zem û polîtîkayên teserûfê dest pê kirin, duh tevahiya rojê dewam kirin. Li hin cihan êrîşên provokatîf jî rû dan.