CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Meksîkayê erdhej
Li Meksîkayê bi pileya 7.2 erdhej çêbû. -
NATO mirinên sîvîlan bi gotina ‘bila bipîvanbin’ paş guh dixe
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di Konferansa Ewlehiyê ya li bajarê Munîh ê Elmanyayê de axivî û kokmujiyên sivîlan yên li Efrînê ji nedîtî ve hat û qala ewlehiya sînor kir. -
Lêpirsîna hilbijartina 2016’an a DYA’yê: 13 welatiyê Rûsya di hedefê de ne
Li DYA’yê di nav çarçoweya lêpirsîna destwerdana li hilbijartina 2016’an biryar hate standin ku li ser 13 welatiyên Rûsya lêpirsîn were vekirin, Donald Trûmp careke dî li derewê qeliband ku hilbijartin bi alîkariya Rûsya bi ser xistiye. -
Konseya Ewropayê ji bo Rewşa Awarte dengê xwe li Enqereyê kir
Sekreterê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland got, li ser berfirehiya rewşa awarte û dema wê ya li Tirkiyê ew bi fikar in. -
Hollanda amadekariyan dike ku Qirkirina Ermeniyan nas bike
Di vê demê de ku têkiliyên navbera Hollanda û Tirkiyeyê xera bûne, Parlamenta Hollandayê amdekariyan dike ku Qirkirina Ermeniyan nas bike. -
Li gorî Tîllerson heyîna Hîzbûllahan ji bo Libnanê jî metirsî ye
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Tîllerson ê di tûra xwe ya Rojhilata Navîn de çû serdana Libnanê, diyar kir ku mudaxelekirina şerê herêmê yê Hîzbûllahan ji bo ewlekariya Libnanê bi xwe jî gefeke. -
Çîpras: Pirovakasyonên Tirk , YE’yê jî dikin hedef
Serokokê YÛnanîstanê Aleksîs Çîpras, bertek nîşanî nêzîkatiya Tirk ya êrîşker da. Endamê YE’yê diyar kir ku pirovakasyonên li hemberî Yunanîstanê hemû li dijî YE’yê ne. -
Tîllerson: Em ji YPG’ê çekên xwe naxwazin
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson beriya serdana xwe ya ji bo Enqereyê diyar ku, tu çekê wan ên giran tune ye ku ew ji YPG’ê bistînin. -
Li Aachen û Neûwîedê protestoyên komplo û Efrînê
Li bajarên Aachen û Neûwîedê yên Elmanyayê komploya navneteweyî û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hatin protestokirin. -
Li Efganîstanê herî pir 2017’an sivîl hatin kuştin
Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Efganîstanê 2017’an 2.300 sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Ev bîlanço ji bo sivîlan rewşa herî giran bû. -
Yek ji 6 zarokan li herêmên şer dijîn
Li gorî lêkolîneke saziya bi navê "Save the Children" li gelemperiya cîhanê yek ji her 6 zarokî li herêmên şer dijîn. -
Serokkomarê Afrîka Başûr îstifa kir
Serokkomarê Afrîka Başûr Jacob Zûma ku partiya wî ANC'ê jî banga îstifayê lê kiribû, ragihand ku wî îstifa kiriye. -
Li DYA ji ber êrîşa li lîseyekê 14 kes mirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji ber êrîşa li lîseyekê herî kêm 14 kes mirin. -
Swêdê ji ber Efrînê rexne li Tirkiyeyê girt
Hikumeta Swêdê di deklarasyona xwe ya sala 2018’an a polîtîkaya derve de, nêzikatiya dewleta Tirk a li Kurdan û êrîşên li Efrînê rexne kir. -
DYA: Hêza mûxalefetê nîne ku karibe Esad têk bibe
Îstixbarata Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) piştî 7 salan ragihand ku 'mûxalefeta' li Sûriyeyê xwedî wê hêzê nîne ku karibe Beşar Esad têk bibe. -
Schûlz, ji Serokatiya SPD’ê îstîfa kir
Serokê SPD’ê Martîn Schûlz ji karê xwe îstîfa kir. Divê serokê nû di kongreya SPD’ê ya di 22’ê Nîsanê de were lidarxistin de bê diyarkirin. Heya kongreyê ji bo seroktiyê navê du siyasetmedaran derbas dibe. -
Tîllerson: Operasyona Tirk têkoşîna li gel DAIŞ’ê lewaz dike
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson di serdana xwe ya li Kûwêt de êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê rexne kir. -
ANC banga îstîfayê li Serokkomarê Başûrê Efrîkayê kir
Li Başûrê Efrîka partiya li ser desthilatdariyê Kongreya Netewî ya Efrîka (ANC) bang li Serokkomar Jacob Zuma kir ku dev ji desthilatdariyê berde. -
Asta Okyanûsê dibe ku bi 3 qatan ji texmînan bilindtir bibe
Asta ava li okyanûsê ku salan e bi qasî 0,3 santîmetreyî bilind dibe, sala 2100'î wê salane bi qasî santîmetreyekê bilind bibe. -
Çapemeniya Ewrûpayê: Kesên li hemberî şer tên binçavkirin
Girtina kesên ku li dijî şerê li hember Efrînê derdikevin, di çapemeniya Ewrûpayê de cih digire. Hê ji ser kongreya HDP’ê çend saet derbas nebûbûn lêpirsînan dest pê kir û çapemeniya Ewrûpayê her wiha bi awayekî dorfireh van lêpirsînan diweşîne. -
YE banga îtîdalê li hêzên li Sûriyeyê kir
Di brîfînga çapemeniyê de ya ku berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê da, banga îtîdalê li hêzên li Sûriyeyê hate kirin. -
Meşvanên Lozan-Cenevreyê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin-NÛ BÛ
200 enternasyonalîst jî di nav de hezar kesên ji 37 welatan dest bi meşa dirêj a di navbera Lozan û Cenevreyê kirin. -
Tîllerson bi Misirê dest bi tûra xwe ya Rojhilata Navîn kir
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson, bi serdana Kahîreyê dest bi tûra xwe ya Rojhilata Navîn kir. -
Li Iraqê li endamekî DAÎŞ’ê yê Tirk cezayê muebetê hate birîn
Li Iraqê yek jê hemwelatiyê Tirkiyeyê û yek jê jî hemwelatê Sûriyeyê cezayê muebetê li du endamên DAÎŞ’ê hate birîn. -
Ji bo avakirina ji nû ve ya Iraqê 88.2 milyar dolar hewce ye
Wezîrê Plansaziyê yê Iraqê, piştî şerê sê salan ê li dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku ji bo welat ji nû ve were avakirin 88.2 milyar dolar hewce ye.