CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji dibistana ku bû hedefa Boko Haram, bi dehan xwendekar winda ne
Çeteyên Boko Haram roja Duşemê li Nîjeryayê êrîşî dibistanekê kirin. Tê gotin bi dehan xwendekarên keç ên li vê dibistanê dixwendin hê jî winda ne. -
Li DYA daxwaza ji bo qedexekirina çekan zêde dibe
Li DYA, piştî kuştina 17 xwendekarên lîseyê mijara tundkirina qanûnên li ser bikaranîna çekan ji nû ve kete rojevê. Daxwaza raya giştî ya di vî warî de bi taybetî ya xwendekaran zêde bû. -
Li Ewrûpayê çalakiyên xwedîlêderketina Efrînê didome
Kurdistaniyên ku nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê didin bang li Rûsya û Ewrûpayê kirin ku bila tifaqa qirêj a bi dewleta Tirkiyeyê re bi dawî bikin. -
Fransa zagonên îltîcayê dijwartir dike
Li Fransayê ya ku li gorî welatên Ewrûpayê hindiktir penaber tên, wê zagoneke nû ya îltîcayê têkeve dewrê. -
Gelê Kurd ji bo Efrînê li qadan e
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn bi armanca protestokirina Rûsyayê ya ku piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê, çelenga reş danîn li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê. -
Rûsya: Divê Şam bi Kurdan re diyalogê deyne
Rûsya ya ku beriya dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê qada hewayî vekiribû, vê carê bêdengiya xwe şikand. Wezîrê Karê Derve Lavrov got “Divê hikumeta Şamê diyalogê bi Kurdan re deyne.” -
Li Brukselê 180 netewe dijîn
Enstîtuya Statîstîk û Analîzê ya Brukselê li ser statîstîkên bajêr broşurek amade kir. Li gorî vê yekê mirovên 180 neteweyan li bajêr dijîn. -
Ji bo konferansa navneteweyî ya Fîlîstînê reaksiyonên cuda
Mahmûd Abbas ji bo çareserkirina pirsgirêka Fîlîstînê banga konferansa navneteweyî kir. Hin welatan destek dan vê bangê. DYA jî ragihand ku ew ji danûstandinan re amade ye. -
Li Îranê enqaza balafira rêwiyan hate dîtin
Hat ragihandin ku enqaza balafira rêwiyan a 66 rêwî li gel personelan têde bûn a ku di dawiya hefteyê de li Îranê ketî, hat ditîn. -
Frans: Li Sûriye ber bi dojehê ve diçe
Wezîrê Parastinê yê Fransa Jean-Yves Le Drîan, ragihand ku tişta herî xeternak a li Sûriyeyê li pêşiya me ye. -
Rûsya berê Tirkiye da Şamê
Di demeke rejîma Sûriye xwe amade dike ji bo li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe bişîne Efrînê, Rûsya daxuyaniyek nû da. -
Partiya Komunîst ji Pûtîn re got: Dev ji reşkirinê biqere
Partiya Komunîst a Rûsyayê xwest ku kampanyaya reşkirinê ya li dijî namzetê seroktiyê bi dawî ibe. Partiya Komunîst got kampanya li Qesra Kremîlê tê rêvebirin û helwest nîşan da. -
ÛNÎCEF ji bo Gûtaya Rojhilat bi hêrs e
ÛNÎCEF’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên rejîma Şamê yên li ser Gûtaya Rojhilat da. -
Li Elmanyayê zanyarên ku êşê bi meymûnan didin kişandin
Li Elmanyayê derbarê sê zanyarên ku li labaratûvaran li hovîtî li meymûnan dikirin, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Efrîn di çapemeniya Ewrûpayê de
Çapemeniya Ewrûpayê cih dide hewldana dagirkeriya li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê ya ku ev 32 roj in berdewam dike. -
Li Îranê derwêş û polîs bi hev ketin: Gelek kes mirin
Li Îranê di dema xwepêşandanekê de şer derket û hate ragihandin ku herî kêm 3 polîs hatine kuştin. -
Çalakiyên ji bo piştgiriya 'Berxwedana Serdemê' dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê dayî destpêkirin mehek li paş xwe hişt. Li dijî êrîşan çalakiyên piştgiriya berxwedana Serdemê a Efrînê dewam dikin. -
NCDK-S 2’emîn kongreya xwe li dar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (NCDK-S Lozan) li bajarê Lozan ê Swîsreyê 2’emîn kongreya xwe li dar xist. -
Li Nîjeryayê ji ber êrîşeke xwekujî 21 kes mirin
Li bajarê Maîdûgûrî yê Nîjeryayê, 3 êrîşkarên xwekuj li sûkê êrîş kirin. Ji ber êrîşê 21 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn. -
Li Îranê balafireke rêwiyan kete xwarê -NÛ BÛ
Balafira ku 60 rêwî û 6 personelê tê de bûn, li nêzî bajarê Semîromê kete xwarê. Hate ragihandin ku 66 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane. -
Meşa Strasboûrgê: Wê şagirtên Ocalan bi ser bikevin
Bi deh hezaran kes ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê, hatin ba hev. -
Di mîtînga Strasboûrgê de berxwedana Efrînê hate silavkirin
Mîtînga li Strasboûrgê dest pê kir, a ku bi deh hezaran kes tevlê bûbûn. Di mîtîngê de azadiya Ocalan tê xwestin û berxwedana Efrînê te silavkirin. -
Li Fransa li kargehekê teqîn: 1 mirî, 1 winda
Li bajarê Dîeppe yê Fransayê ji ber teqîna di kargehek ya rohnê pêk hat de tekîsyenek mir, yek jî winda ye. -
Li Marsîlyayê meşa dirêj di roja 2’an de didome
Li Marsîlyayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê di roja 2’an de didome. -
Li Strasboûrgê deh hezaran kes ji bo Efrîn û Ocalan kom dibin
Bi armanca protestokirina 19’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi deh hezaran kes ji gelek bajarên Ewropayê li Strasboûrgê li hev dicivin.