Li Afganîstanê ji ber teqînê 13 kes mirin, 25 kes birîndar bûn

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, li navendeke çandê ya Şîa teqînek pêk hat. Ji ber teqînê 13 kes mirin, zêdeyî 25 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin, teqîn ji ber êrîşeke xwekujiyê rû daye.

Li gorî nûçeyên medya Afganîstanê, êrîş li dijî Navenda Çanda Şîa ya li paytexta Kabûlê hate kirin.

Ji ber teqîna ku di encama êrîşa xwekujiyê de pêk hat, li gorî agahiyên destpêkê 13 kes mirin, zêdeyî 25 kes birîndar bûn. Medya Afgan ragihand ku tirs û fikar hene ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Meha Cotmehê jî li dijî mizgefteke Şîa êrîşeke xwekujî hatibû kirin û herî kêm 39 kes miribûn.