Serokkomarê Fransayê Macron çû Erebîstana Siûdî

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron çû Erebîstana Siûdî.

Hat ragihandin, Macron wê bi Prensê Welîhat Mehemed bîn Salman ê serkêşê 'lêpirsîna nelirêtiyê' ye, li ser mijarên Lubnan û Yemenê biaxive.

Erebîstana Siûdî, ku Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî girtiye, bang li welatiyên xwe yên li Lubnanê jî kiribû ku wî welatî biterikînin.

Li gorî agahiyan, Macron wê li ser girîngiya aramiya li Lubnanê û dorpêçiya li ser Yemenê bi Salman re biaxive.