Li DYA'yê girtiyan serî rakirin: Kuştî û birîndar hene

Li DYA'yê girtiyan serî rakirin. Di bûyerê de 2  kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Li Girtîgeha  Pasquotankê ya li eyaleta Bakurê Karolîna ya Amerîkayê girtiyan ji bo ku birevin şewat derxistin lê di vê armanca xwe de bi ser neketin.

Girtiyan armanc kiribûn ku bi şewatê bala qerdiyanan belav bikin, gelek qerdiyan û polîs birîndar bûn.

Bi daxuyaniyeke fermî hate gotin di peywirdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan, bi hinceta ewlehiyê ji bo demekê dibistan hatin girtin.

Tê gotin di bûyeran de 10 kes birîndar bûne.