Li Lîbyayê êrîşa hewayî: 17 kes mirin

Li bajarê Derne yê li rojhilatê Lîbyayê, balafirên şer bombe barandin ku nehat zanîn bê ev balafir ê kê ne. Ji ber vê êrîşê 17 kes mirin.

Li bajarê Derne yê li rojhilatê Lîbyayê, balafirên şer bombe barandin ku nehat zanîn bê ev balafir ê kê ne. 

Ji ber vê êrîşê 17 kes mirin, zêdeyî 30 kes birîndar bûn.

Konseya Şûra Mucahîtên Derne, sala 2015'an bajarê Derneyê ji destê DAIŞ'ê derxist û niha kontrol dike. Derne yekane bajar e ku li rojhilatê welêt e û ne di kontrola hêzên General Halîfe Hafter de ye.