ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Dêra Zorê jiyaneke şên, rengîn û azad dest pê kir
Li gundên Dêra Zorê ku ji hêla QSD’ê ve hatine azadkirin ji mehna tarîtiya DAIŞ’ê ve jiyaneke şên, rengîn û azad dest pê kir. -
Bagera Cizîrê: Gundê El Loziye hate rizgarkirin
Şervanên QSD'ê gundê El Loziye yê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li lojmanên li herêma El Umerê jî dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Li van her du herêman di şer de 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Bagera Cizîrê: Gundê Elî Şahî hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina Dêra Zorê de, gundê Elî Şahî rizgar kirin û êrîşên li ser gundê Tuyemî jî şikandin. -
Cenazeyê 2 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê cenazeyên 2 şervanên QSD′ê Musem Îbrahîm û Emar Reqa ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li goristana Şehîdan a Reqayê veşartin. -
Welatiyên El-Qenayê ji bo azadiya Ocalan çalakiyek lidar xistin
Bi sedan welatiyên navçeya El-Qenayê ya girêdayî Kantona Kobanê ya Herêma Firatê ji bo têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyek bigirin, banga dawîanîna tecrîda girankirî kirin. -
Welatiyên Hesekê li dijî tecrîdê meşiyan
Welatiyên Kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin. -
Li dora bajarokê Bisêra şerekî dijwar diqewime
Li derdora bajarokê Bisêra yê li sêgoşeya Çemên Firat û Xabûrê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. -
Bagera Cizîrê: Bajarokek û 24 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarokê Mergede û 24 gundên li derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Jinên li Efrînê ji bo Ocalan îmzeyan didin hev
Ji bo zelalkirina rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina îmzeyan kirin. -
Exterîn çawa hate teslîmkirin?
Şervanên Cephet El Ekrad ên bi banga piştgiriyê çûn Exterînê ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin, gotin ku Exterîn 12'ê Tebaxa 2014'an bi komployekê radestî DAIŞ'ê hatiye kirin. -
Cenazeyê şehîd Dilşêr Amed li Serêkaniyê hate veşartin
Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê Mihemed Mehmûd (Dilşêr Amed) li Goristana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê bi merasîmekê veşartin. -
Şervanên ji Reqayê vegeriyan Efrînê bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin
Şervanên YPG, YPJ û Eniya Kurdan ên Herêma Efrînê, piştî rizgarkirina Reqayê vegeriyan. -
3 şervanên YPG’ê li Karemayê hatin veşartin
3 şervanên YPG’ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bubûn li navçeya Reqayê Karemayê hatin veşartin. -
Li Girê Spî û Til Hemîsê şehîd hatin veşartin
Şervanên QSD’ê yên ku li Reqayê şehîd bûbûn, Fesel Reqa, Yasir Mihemed û şervanê YBŞ’ê yê ku li Şengalê şehîd bûye Xelîl Ereb hatin veşartin. -
Gelê Tebqayê şehîdê xwe spart axê
Şervanê QSD'ê Elî Ilewî El Faris ê li Reqayê şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Bi hezaran kes li Rojava ji bo Ocalan meşiyan
Li Kantona Hesekê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Gundê Xan ê Dêra Zorê hate rizgarkirin
Gundê Xan ê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Di şer de 5 çete hatin kuştin. -
Çeteyên li Îdlibê dîsa bi hev ketin
Li wîlayetên Îdlib û Helebê, di navbera komên çete careke din şer derket. -
Piştî 3 salan vegeriya û malbata xwe rizgar kir
Piştî ku 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jiya û li zindanê hate girtin, ji Dêra Zorê reviya û li Hesekê tevlî nava refên YPG'ê bû. Casim tevî hevalên xwe, berî mehekê gundê xwe yê li bakurê rojava yê Dêra Zorê û malbata xwe rizgar kir. -
Artêşa Tirk bajarokê Şêxler ê Kobanê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a li gudnê El-Emarna yê girêdayî Cerablûsê bi cih bûne, bi çekên giran bajarokê Şêxler ê Kantona Kobanê bomberdûman dike. -
Çeteyên Tirkiyeyê êrîşî gundê Birc Silêman ê Efrînê dikin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li gundê Batota ya girêfayî bajarokê Daritizzê bi cih bûne bi hawanan êrîşî gundê Birc Silêman a girêdayî navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê dikin. -
Bagera Cizîrê: Gundê Al Quşayriah hat rizgarkirin,7 çete hatin kuştin
Şervanên Pêngava Bagera Cizirê bi pêş ve diçin, gundê Al Quşayriah rizgarkirin. Di şerê li herêmê de 7 çete hatin kuştin. -
Şervanên Efrînî yên ku tevlî operasyona Reqayê bûne vegeriyan
Şervanên YPG/YPJ’ê yên ku tevlî Pêngava Rizgarkirinê ya Reqayê bûbûn li Efrînê vegeriyan. -
Li Bakurê Sûriyeyê hejmara bernamzetan 5 hezar derbas kir
Ji bo Hilbijartina Meclîsa Herêmî ya Bakurê Sûriyeyê serlêdanên bernamzetiyê dewam dikin. Hejmara serlêdêran 5 hezar derbas kiriye. -
Li Holê mayin teqiya: Sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Holê yê Hesekê, ji ber teqîna mayineke çeteyên DAIŞ'ê sivîlekî jiyana xwe ji dest da.