Li Bakurê Sûriyeyê hejmara bernamzetan 5 hezar derbas kir

Ji bo Hilbijartina Meclîsa Herêmî ya Bakurê Sûriyeyê serlêdanên bernamzetiyê dewam dikin. Hejmara serlêdêran 5 hezar derbas kiriye.

Ji bo Hilbijartina Meclîsa Herêmî ya Bakurê Sûriyeyê, heta niha 5 hezar û  912 kesî ji bo bernamzetiyê serlêdan kirine. 546 ji van serbixwe ne, yên din jî ji lîsteyên tifaqan e.

Dema ji bo serlêdanê, ji ber daxwazê ji aliyê Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ve heta 5'ê Mijdarê hatibû dirêjkirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Hejmara tevahî daxwaznameyên bernamzetiyê yên herêma Cizîrê, gihişt 3 hezar û 149 kesî. 367 jê bernamzetên serbixwe ne û yên din jî li ser du lîsteyan, lîsteya Neteweya Demokratîk û lîsteya Hevbendiya Niştimanî hatine belavkirin.

Ev bernamezet li gorî kantona wiha ne, li kantona Hersekê, hejmara benamzetan gihişt hezar û 520 kesan, 162 ji wan serbixwe ne. Li kantona Qamişlo jî bi tevahî hejmara bernamzetan hezar û 659 kes in, ji wan 205 serbixwe ne. Li ser herdu lîsteyanan a Neteweya Dmokratîk û ya Hevbendiya Niştimanî belav  bûne.

HERÊMA EFRÎNÊ

Li herêma Efrînê jî, hejmara bernamzetan gihişt hezar û 550 kesî. 82 ji wan bernamzetên serbixwe ne û yên din jî li ser herdu lîsteyan belav dibin.

Li kantona Efrînê, hejmara benamzetan bi tevahî  hezar û 273 ne û ji wan 68 serbixwe ne. Li kantona Efrînê ji bilî lîsteyên bernamzetên serbixwe sê lîsteyên din hene. Lîsteya Neteweya Demokratîk, lîsteya Partiya Demokratîk a Kurd (yekîtî) û lîsteya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyeyê.

Li Kantona Şehbayê jî, hejmara bernamzetan bi tavahî gihişt 277 , ji wan 14 serbixwe ne û yên din jî Ii ser lîsteya Şehbaya Paşerojê û lîsteya Partiya Demokratîk a Kurd (yekîtî), belav bûne.

HERÊMA FIRATÊ

Hejmara bernamzetên herêma Firatê jî, bi tevahî hezar û 213 kes in. Ji wan 97 serbixwe ne, yên din jî li ser lîsteyan belav bûne.

Li kantona Kobanê, hejmara bernamzetan gihişt 722 kesî. 60 jê bernamzetên serbixwe ne. Li kantona Kobanê du lîste; ya Neteweya Demokratîk û ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê hene.

Li kantona Girê Spî (Til Ebyed) jî hejmara bernamzetan gihişt 491 kesî. 37 jê serbixwe ne û yên din jî ser bi lîsteya Neteweya Demokratîk û lîsteya Partiya Çeb a Kurd in.