Exterîn çawa hate teslîmkirin?
Şervanên Cephet El Ekrad ên bi banga piştgiriyê çûn Exterînê ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin, gotin ku Exterîn 12'ê Tebaxa 2014'an bi komployekê radestî DAIŞ'ê hatiye kirin.
Şervanên Cephet El Ekrad ên bi banga piştgiriyê çûn Exterînê ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin, gotin ku Exterîn 12'ê Tebaxa 2014'an bi komployekê radestî DAIŞ'ê hatiye kirin.
Dewleta Tirk a ku AKP serkêşiyê jê re dike, ev demeke 37 komên çete bi navê artêşa azad, hikumeta demkî ya Sûriyeyê û koalîsyona neteweyî ya hêzên şoreşger û mûxalîfên Sûriyeyê hewl dide weke 'artêşa neteweyî ya Sûriyeyê' bike yek. Îdîa dike ku bi vê yekê re wê aramiyê bîne herêmê. Halbûkî armanca sereke ya van komên ku timî li hemberî hev şer dikin, êrîşa li dijî Kurdan e. Ji bilî 'operasyona mertala firatê' ku bi fenan hate kirin, heta niha tiştek nekirine. Van çeteyan sala 2014'an ji bo şerê dijî DAIŞ'ê alîkarî ji Cephet El Ekrad xwestibûn. Fermandar û şervanên Cephet El Ekrad ên bi vê banga alîkariyê çûn Exterînê, ji ANF'ê re qalê kirin bê Exterîn di 12'ê Tebaxa 2014'an de bi çi rengî radestî DAIŞ'ê hatiye kirin.
Li ser rûyê Ebû Ala (Mûhammed Habîb Hasan) hê jî şopên êşkenceya çeteyan heye. Em çîroka radestkirina Exterînê ji Ebû Ala dibihîzin û hewl didin hîn bibin. Ebû Ala me digihîne fermandarên din ên Cephet El Ekrad.
Ebû Ala dibêje, çeteyên niha bi dewleta Tirk re Şehba dagir kirine, dema ku li Exterînê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin asêkirin, ji Fermandarê Cephet El Ekrad Hecî Ehmed alîkarî xwestine û wiha dewam dike: "Gotin 'em mirovên 'em mirovên heman herêmê ne. Divê em Exterînê biparêzin'. Bi vî rengî alîkarî xwestin. Hecî Ehmed jî bersiveke erênî da. Komeke mezin li hev civiya û berê xwe da Exterînê."
DEMA KU ŞER DEST PÊ KIR...
Ebû Ala anî ziman ku dema ew çûn, wan heta wextekê amadekarî kirin û got, "DAIŞ ji xwe li dora Exterînê bû. Şer saet di 19:00 de dest pê kir. Çawa ku şer dest pê kir, şervanên me gotin ku endamên artêşa azad xwe vekişandine. Saet di 21:00 de min ji kîjan nuqteyê pirsî, gotin ku reviyane. Exterîn, gundên xwe, endamên xwe hiştin, li wesayitan siwar bûn û reviyan."
Yek ji şervanên Cephet El Ekrad Cemal Şêxo ku weke Ebû Ala di koma alîkariyê de bû wiha qala bûyerê dike: "Hêzên artêşa azad hemû nuqte vala kiribûn. Ji ber DAIŞ'ê reviya bûn. Pêşî li DAIŞ'ê vebû bû. Haya me jê tine bû. Em di nav de bûn. Yanî li xeta pêş, li eniya pêş bûn. Di navbera me û wan de nuqteyên kontrolê hebûn. Ew jî di destê hêzên artêşa azad de bûn. Bêyî ku agahiyê bidin me hemû nuqteyên kontrolê vala kiribûn. DAIŞ ji pişt me ve ketibû nava Exterînê."
DAIŞ'Ê DOR LÊ GIRT
Ebû Ala diyar kir ku piştî xiyanet û reva artêşa azad, hêza Cephet El Ekrad a ji 140 kesî hate dorpêçkirin û got, "Me agahî da Hecî Ehmed û jê re qala rewşê kir. Ev ferman da 'hûn çûne ji bo şer bikin, hûn ê heta dawiyê şer bikin'. Me jî got, 'Temam, em ê şer bikin'. Heta saet 04:00 me şer kir. Êdî di navbera me û wan de tenê derî û dîwar ma bûn. Ew bi tank û doçkayan hatibûn. Bi me re çekên giran tine bûn. Dor li me girtin. Dema ku me rewş ragihand, Hecî Ehmed got 'xwe vekişînin'. Me dorpêçiya DAIŞ'ê şikand û em jê derket."
JI CIHÊ KU TEXMÎN NEDIKIRIN
Cemal Şêxo jî qala şikandina dorpêçiya DAIŞ'ê kir: "Dor li me girtibûn. Hejmara wan gelekî zêde bû. Tenê rêyek hebû, ya rast ew rê jî ne rê bû. Me rêya trenê ya ku ji nava erdan derbas dibû bi kar anîn. Ji ber ku zehmet bû wesayit bikeve ser wê rêyê, wan jî texmîn nedikirin ku em ê di wir re derbas bibin."
Ji vir derdikevin û xwe digihînin Marê. Ebû Ala anî ziman ku bi deh hezaran çek li Marê bûn û dema DAIŞ'ê Ezaz girt, berê xwe da Marê. Cephet El Ekrad bêyî biçe Marê, xwe vedikişînin herêma xwe.
EGER NEREVIYABÛNA WÊ DAIŞ NEKARÎBÛ BIKETA EXTERÎNÊ
Ji fermandarên Cephet El Ekrad ê wê demê Ebû Xalid diyar kir, ku eger hêzên li Exterînê nereviyabûna wê DAIŞ nekarîbûya biketa nav û got, "Ketibe Faruk, Ketibe Baz, Liwa Faruk, Liwa Murtasab, Liwa Fetih, Fırka Tilataiş(13) , Firka Sittaiş (16), Ehrar Dêrazor, Ehrar Minbic, Ehrar Reqa, Ehrar Murtasab, Ehrar Suriye, Sultan Mehmed Fatih hebûn. Tevî ku van bang li me kirin jî di komployekê de bûn yek û hewl dan me tine bikin."
PLANA DEWLETA TIRK
Ebû Xalid da xuyakirin ku reva artêşa azad û bi tenê hiştina Cephet El Ekrad komployeke dewleta Tirk bû û got, "Me 12 şehîd da. Esîr û birîndarên me çêbûn. Serê hevalên me yên esîr ketin jê kirin. Yê ku ev hemû kir jî Tirkiye ye."
Cemal Şêxo jî diyar kir ku Cephet El Ekrad ji bo bi komployê were tinekirin hate vexwendin û got, "Armanca wan tinekirina me bû. Xwestin me bikişînin wê derê û tasfiye bikin. Piştre derkete holê ku payebilindan çend roj berê malbatên xwe ji Exterînê vekişandine."