Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina tecrîda hikûmeta faşîst a Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan agahiyek bigirin, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navçeya El-Qenayê ya girêdayî Kantona Kobanê ya Herêma Firatê xwepêşandanek lidar xistin. Bi sedan welatî tevlî çalakya xwepêşandanê bûn.
Welatiyên navçeyê yên ji herdu pêkhateyên Kurd û Ereb li Çerxeriya gundê El-Hemdaş kom bûn û dest bi meşê kirin. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM’ê, YPG’ê, YPJ’ê bilind kirin û durişmeyên dilsoziya bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qîr kirin.
Piştî ku meş gihîşt navenda navçeyê li vir Endamê Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Kobanê Malik Mîtan axivî û got ku gelên Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji ber siyasetên rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê, gelek zext lê hatine kirin. Mîtanî destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan êdî azad û bi rûmet dijîn û wiha got: “Me bawer ne dikir em ê azad bibin, lê bi saya fedekariya şagirtên Rêber APO hemû pêkhateyên herêmê bi ser ketin.”
Mîtan di berdewama axaftina xwe de got ku wan gelek waneyên jiyanê ji Rêber Ocalan wergirtine û wiha domand: “Êdî jiyan bê azadî, fikr û felsefeya Rêber APO ne pêkan e. Her wiha bi saya fikra Rêber APO êdî jinên herêmê azad dijîn.”
Di çalakiyê de her wiha Endamê Têkliyên Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a Kobanê Ezîz Qenayê tecrîda hikûmeta faşîst a Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Herêma me bi saya fikr û felsefeya Rêber APO û fedekariya şagirtên wî hatiye rizgarkirin.”
Çalakî bi durişmeyên weke “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Rêberê gelan Abdullah Ocalan” bi dawî bû.