ROJAVA-SÛRIYE
Şahidên komkujiya Kobanê, tevî salên derbasbûyî jî nikarin êşa ku kişandine ji bîr bikin. Welatiyên ku endamên malbata xwe winda kirine û bi çavên serê xwe şahidiya komkujiyê kirine dibêjin ku ew roj di bîra wan de hê jî zindî ye.
Şêniyên Kobanê û gundewarê wî şehîdên Komkujiya Kobanê ku bi destê çeteyên DAIŞˊê di 25ˊê Hezîrana 2015ˊan de pêk hatiye, di salvegera 11ˊemîn de bi bîr anîn, mûm li ser gorên wan pêxistin û kulîk danîn ber kêlan.
Xelkê Kobanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya û destnîşan kir ku aştî bi vî rengî pêk tê.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ku di panela ji aliyê Enstîtuya Aştî ya Kurd ve hat lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku neçar e ku jin di avakirina Sûriyeya nû û mekanîzmayên parastinê de cih bigrin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanên xwe ragihand û soz da ku wê li ser rêya cangoriyan têbikoşe.
Hemû Nûçe
-
-
QSD mîna bahozê ye
Pêngava Bagera Cizîrê 73 roj li pey xwe hişt. Hêzên QSD'ê li çola Dêra Zorê mîna bahozê di pêş ve diçin.
-
Cenazeyên şehîd Serdar û Rêzan hatin veşartin
Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanên YPG’ê Etiya Seyah (Serdar) û Delîl Resûl (Rêzan Gabar) ên di Pêngava Rizgarkirina Bagara Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmek heybet veşartin.
-
-
-
Şer, heyecan û serketina pêşîn
Şervana YPJ’ê ya bi navê Dîlar Tekman dibêje ku “Min dît ku îrade û hêza min di şer de derdikeve holê” û diyar dike ku ew ê serketina Dêrazorê wekî ya Reqayê diyarî hemû jinên cîhanê bikin.
-
-
Ji koledariyê ber bi şerê azadiyê ve
Watha Hamîd Xelef ku ji aliyê bav û kekê xwe yên DAIŞ'î ve ji bo endamekî DAIŞ'ê hate firotin û 7 mehan di zindanê de êşkence lê hate kirin, ev saleke di nava refên QSD'ê de şervaneke azadiyê ye.
-
-
-
YPG'ê bîlançoya 11 rojên dawî ragihand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê daxuyanî da. YPG’ê her wiha çalakiyên bersivdanê jî di daxuyaniya xwe de belav kir.
-
-
YPG'ê nasnameya 3 şehîdan ragihand
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand, ku şervanek jê Tîrmehê û 2 şervanên dî jî 16’ê Mijdarê şehîd bûbûn. YPG’ê diyar kir ku ew ê di rêça şehîdan de meşa xwe bidomînin.
-
Xebatên paqijkirinê li Tebqayê didomin
Karê paqijiyê ku Rêxistina Paqijiyê ya Tebqayê beriya bi demekê dabû destpêkirin û ji bo kêmbûna amûrên hewce rawestiyabû piştî dabînkirina amûrên hewce karê paqijkirina bajêr disa dest pê kir.
-
-
-
-
-
Li Efrînê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama teqîna mayîna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li gundê Celeme yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
-
-
Bîlançoya hefteyekê ya Bagera Cizîrê
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin, di nava hefteyekê de herêma petrolê ya Tenekê û 4 gundên girîng ji çeteyan paqij kirin.
-
-
Du hevrêyên li Dêra Zorê
Herdu şervanên YPJ'ê Azadî Avesta û Rûken Rojhilat, bi hev re tevlî şer dibin, bi rengekî bêtirs li refên herî pêş cih digirin û bi ser DAIŞ'ê ve diçin.
-
Segvana li çolê
Li çola Dêra Zorê em li Bêrîtan rast hat. Bêrîtan a ji Efrînê, piştî ku di nava karên ciwanan de cih girt, tevlî nava YPJ'ê bû. Li vê çolê gelekî navdar e; ji ber ku ew segvanek e. Tirsa dilê çeteyên DAIŞ'ê ye.
-