Cenazeyê 3 şehîdên Bagera Cizirê li Til Temir hatin veşartin

Bi sedan welatiyên Til Temirê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Til Temirê veşartin.

Welatiyên bajarê Til Temir û gundên wê cenazeyê şervanên YPG’ê Beşar El-Ebdî (Rûbar Til Temir), Mihemed El-Umer (Şeban Til Temir), Ziyad Hemd (Elî Şêr) ên 13-14’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ji meclîsa malbatên şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Til Temir ve ketin rê.

Li Goristanê merasîma cenaze bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Kûtê axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got ku şehîdan bi tekoşîna xwe azadiya gelê herêmê saz kirine. Kûtê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê YPG’ê Zên Kurdî axivî û di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku şehîdan cane xwe ji bo azadiya gelan feda kirine.

Di berdewamiya merasîmê de Cîgirê Serokê Desteya Parstinê yê Katona Cizrê Ebdulehed Goriyê jî axivî û got ku serkeftinên li Rojava-Bakurê Sûriyê pêk tên bi saya fikir tekoşîna şehîdan hatiye bidestxistin.Piştî axaftinan nasnaeya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li ser navên malbatan jî axaftin hate kirin û di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîdên YPG’ê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîdan a Til Temirê veşartin.