Segvana li çolê

Li çola Dêra Zorê em li Bêrîtan rast hat. Bêrîtan a ji Efrînê, piştî ku di nava karên ciwanan de cih girt, tevlî nava YPJ'ê bû. Li vê çolê gelekî navdar e; ji ber ku ew segvanek e. Tirsa dilê çeteyên DAIŞ'ê ye.

Bêrîtan dibêje, "Cihgirtina li nava refên YPJ'ê cihê kêfxweşî, bedewî û kelecanî ye." Destnîşan dike ku ew ji bo hilanîna tola jinên li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin tevlî pêngava Dêra Zorê bûye. Wiha dewam dike: "Ez çiqasî lê bidim, ewqasî serketî me. Ji ber ku nîşaneke min heye; ez segvanek im. Dixwazim her kes hilanîna tola me bibîne, ev yek toleke dîrokî ye." Bêrîtan diyar dike ku baweriya wê ya bi xwe xurt e.

'TILIYA MIN LI SER NIÇIK E, LI BENDA HEDEFA XWE ME'

Bêrîtan diyar dike ku taybetmendiya bingehîn a segvanekê/î sebr e û dibêje, "Tiliya min li ser niçik e û li benda hedefa xwe me. Di her kêliyê de tiliya mirov li ser niçik e û li benda êrîşa bê kirin e. Ev sebir min motîve dike. Ez ji vê taybetmendiya segvaniyê hez dikim.

Weke segvanekê min cihê xwe di pêngavên Reqa û Dêra Zorê de girt. Her ku tevlî pêngavê bûm, min pêşketina di şexsê xwe de qonax bi qonax dît. Taybetmendî û tecrûbeyên nû digirim. Çek û nefesa xwe kontrol dikim. Ya herî girîng jî taktîkên min zêde dibin."

Bêrîtan dibêje, "Şerê me ji bo azadî û xwişk-biratiyê ye." Bêrîtan bi bîr dixîne ku gelê Ereb jî zilm ji destê DAIŞ'ê dîtiye û wiha dewam dike: "Em ji bo azadiya gelan şer dikin. Li vê derê zarok hene ku dê û bavê wan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kuştin û di bin zilma DAIŞ'ê de mane. Em dixwazin wan zarokan rizgar bikin. Yek ji armancên me yên ji pêngava Dêra Zorê ev e."

Li çola Dêra Zorê bangek vê şervana xwedî bawerî heye: "Bi taybetî jinên ji Dêra Zorê, jinên Ereb, jinên Suryanî divê tevlî nava refên YPJ'ê bibin. Ev der ji bo wan qadeke nû ya jiyanê ye. Ji bo rizgariya ji zilma DAIŞ'ê divê em şer bikin."