3 şervanên YPG’ê li Karemayê hatin veşartin
3 şervanên YPG’ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bubûn li navçeya Reqayê Karemayê hatin veşartin.
3 şervanên YPG’ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bubûn li navçeya Reqayê Karemayê hatin veşartin.
Şêniyên Kerama ya bajarê Reqayê cenazeyê 3 şervanên YPG‘ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûne li goristana Şehîd Memo û Sîdar bi merasîmekê veşartin.
Gel darbestên şehîd Mihsin El-Abid (Abid Mecrûh), Ehmed Salim (Zîr) û Qasim Cesas (Întîqam) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwaneke wesayitan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi navçeya Kerame ve ketin rê.
Dema ku kerwan gihîşt goristanê şervanan darbestên şehîdan rakirin û ber bi qada goristanê ve meşiyan.
Merasîm bi rêzgrtin destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Efrîn axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ezîz Efrîn got, şehîdan herêm rizgar kirin.