Çeteyên li Îdlibê dîsa bi hev ketin
Li wîlayetên Îdlib û Helebê, di navbera komên çete careke din şer derket.
Li wîlayetên Îdlib û Helebê, di navbera komên çete careke din şer derket.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Heyet Tahrîr Şam a ser bi El Qaîdeyê li dijî hevalbendê xwe yê berê koma Nûreddîn Zengî dest bi operasyonê kir.
Di navbera her du koman de li herêmên cuda şer derket û tê gotin ku gelek kes mirine û her du aliyan dest danîne ser cebilxaneyên hev.
Konvoyeke mezin a Heyet Tahrîr Şam ji navenda bajarê Îdlibê berê xwe da baregehên koma Nûreddîn Zengî yên li bejahiya Îdlibê.
Hat ragihandin, Tahrîr Şam li Dana û Atmê bi tank û çekên giran dest bi êrîşê kiriye.
Koma Nûreddîn Zengî ku MÎT piştgiriyê dide, Çileya 2017'an dema Heyet Tahrîr Şam ava bû tevlî vê rêxistinê bû, lê piştî 6 mehan di dema şerê bi Ahrar Şam re ji vê rêxistinê qut bû.