ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li dijî êrişên DAÎŞ’ê DBP’ê banga yekîtiyê li Kurdan kir
DBP’ê bal kişande ser êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Kerkûkê û banga yekîtiya netewî li gelê Kurd kir. -
Wekîla Swîsreyî pêşnûmeya çekên kîmyewî pêşkêşî hikumetê kir
Wekîla koma sosyalîst ya li Parlementoya Federal a Swîsreyê Crottaz Brîgîtte ji hikumetê pirsa bikaranîna çekên kîmyewî li ser gelê Kurd ya ji aliyê dewleta Tirk kir. -
Yuksekdag: Dengê dayikan wê dîwarên zindanan hilweşîne!
Hevseroka dîlgirtî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag peyamek ji malbatên girtiyan ên berxwedêr re şand û got, "Heta ku hûn ji derve dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin, dîwarên zindanan hemû wê bêne hilweşandin." -
Xebatkarên tendirustiyê dev ji kar berdan: Wê AKP hesap bide gel!
Xebatkarên tendirustiyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û xwestin şertên wan ên kar were başkirin. Di çalakiyan de hate gotin “Wê AKP hesap bide gel.” -
Rûniştina Kobanê 5 deqeyan dewam kir
Parêzer û siyasetmedar tevlî rûniştina Doza Kobanê nebûn. Tenê leşkerên Tirk li salonê man. Rûniştin ji bo sibe hate taloqkirin. -
Îmralî prototîpa ewil a Guantonamoyê ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pergala Îmraliyê dibêje, "Îmralî, ne wekî pergala girtîgehên din ên Tirkiyeyê ne. Statu û pergala li vê derê bi peymaneke veşartî hatiye çêkirin. Emerîkayê li gelek deverên din girtîgehên wisa taybet çêkirine." -
ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Şirnexê êrîşa leşkerî
Li herêmên Delavê Herbê û Geliyê Şewê yên Şirnexê bi tevlîbûna cerdevanan êrîşa leşkerî hat destpêkirin. -
Li Enqerê şermezar krina krîzê: Bila hikûmet îstifa bike!
Li taxa Ûlûs ya navçeya Altindaxa Enqerê li dijî bihabûn, zem û feqîriyê çalakiyek hate li darxistin. -
ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li nêzî navenda nûkleerî ya Netenz teqîn
Li bajarokê Badirûd yê girêdayî bajarê Netenzê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên rayedarên Îranê ku dibêjin, wan bi xwe sîstema parastina hewayî ceribandine. -
Hêzên Îranê li Qesrê Şîrîn kolberek qetilkir
Hêzên rajîma Îranê li ser sînorê bajarê Qesrê Şîrîn yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin, di encamê de kolberekê jiyana xwe ji dest da. -
Li Sine di bin navê namûsê de jineke ciwan hat qetilkirin
Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan bû qurbanê paşverûtiya civakî ya bi navê namûsê. Jina ciwan ji aliyê birayên xwe ve hat qetilkirin. -
YRK: Di êrîşê de tu zirarek negihiştiye hêzên me
YRK’ê têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li herêma Pênçewîn daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşê de zirarên madî gihiştiye xelkê herêmê. -
Şandeya Mexmûrê ji hêla PDK’ê ve hatin astengkirin
Şandeyek ji Mexmûrê ku xwestin biçin sersaxiya konê şînê yê malbata sê birayên ku di encama êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hêzên PDK’ê ve li benda kontrolê hatin astengkirin. Şandeyê helwesta PDK’ê şermezar û rexne kir. -
Dayikên Şemiyê pirsa kujerên Demîr û Akîpa kirin
Dayikên Şemiyê xwestin ku kujerên Ibrahîm Demîr û Agît Akîpa werin darizandin. -
Xizmên windayan ji bo Akyildiz û Doku hatin cem hev
Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo Mehmet Zekî Akyildiz û Gulîstan Doku hatin cem hev. -
Turkdogan: Rewşa Îmraliyê tecrîd derbas kiriye
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand û got “Divê CPT karê xwe bike û komîte jî ji bo lêkolîna rewşê biçin Îmraliyê.” -
Li Aydin, Stenbol û Kocaeliyê çalakiyên şewitadinê
Insîyatîva Zarokên Êgir li Aydin, Stenbol û Kocaeliyê rêzeçalakiyên şewitandinê kirin. -
Parêzer Ûysal: Em ji tendirustiya Ocalan bi fikar in
Parêzer Newroz Ûysal diyar kir ku ew ji tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û got “Wê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bandorê li ser helwesta dewleta Tirk bike.” -
Parlementer Hûnko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
Endamê Meclîs Parlementeran a Konseya Ewropayê Andreh Hûnko diyar kir ku ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê wî gelek caran serî lêdaye lê rayedarên Tirk serlêdana wî asteng dikin. -
‘Tecrîd bi konsepteke navnetewî tê domandin’
Wekîla HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Koçyîgît diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi konsepteke navnetewî ye û sersariya CPT’yê ji ber vê ye. -
ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan bi ser mala Eren Keskîn de girtin
Polîsên Tirk bi ser mala dayika Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn de girtin. Keskîn li dijî vê helwest nîşan da û got,“Ji ber axaftinek wê ya berî du sal û nîvan lêpirsîn derheqê wê de hatiye vekirin” -
ÎHD: Êşkenceya li ser astengdaran bila bi dawî bibe
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand li ser êşkenceya li ser girtiyên astengdar û xwest ku êşkence bi dawî bibe.