Turkdogan: Rewşa Îmraliyê tecrîd derbas kiriye

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand û got “Divê CPT karê xwe bike û komîte jî ji bo lêkolîna rewşê biçin Îmraliyê.”

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Komîteyê diyar kiribû divê Tirkiye heta dawiya Îlona 2022’yan derbarê rewşa Ocalan de agahiyan bide. 

Turkdogan bi bîr xist ku piştî sala 2009’an statûya Girava Îmraliyê bû Girtîgeha Tîpa F û rasterast girêdayî Wezareta Edaletê bû û wiha got: “Niha rewşa Girtîgeha Îmraliyê ji tecrîdê wêdetir hatiye rewşa îzolasyonê. Lijneya Wezîran behsa serdanên CPT’ê yên li Girava Îmraliyê dike û diyar dike ku di bin çavdêrî û kontrola CPT’ê de ye. Ji ber vê yekê, ew diyar dike ku ew nafikire ku di vê qonaxê de tevbîrên din ên takekesî hewce ne. Wê demê CPT divê karê xwe bike. Teqez kir ku divê komîte ji bo rewşa dawî biçe Girava Îmraliyê û lêkolînê bike. Lazim e demildest bikeve tevgerê. Wê biryar her sal di rojeva komîteyê de be. Heke destûra Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê biçe serdana Îmraliyê hewceyî bi CPT’iyê jî namîne. Divê qanûnên Tirkiyeyê ji bo Ocalan jî bixebitin. Qey ew ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye? Divê ji bo wî cihêkarî neyê kirin. Divê mekanîzmayek kontrolkirinê were kirin. Ocalan û girtiyên li cem wî neyên piştguhkirin. Em jî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û em ê bişopînin.”