Xebatkarên tendirustiyê dev ji kar berdan: Wê AKP hesap bide gel!

Xebatkarên tendirustiyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û xwestin şertên wan ên kar were başkirin. Di çalakiyan de hate gotin “Wê AKP hesap bide gel.”

Rêxistinên tendirustiyê ji bo başkirina şertên xebatkarên tendirustiyê û her kes karibe sûdê ji xizmeta tendirustiyê bistîne, îro dev ji kar berdan.

AMED

Kedkarên tendirustiyê xwestin ji pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî bimeşin Qada Deriyê Çiyê lê polîsan pêşiya wan girt û nehişt ku bimeşin.

Xebatkarên tendirustiyê bi sloganên ‘Wê serfirazî ya kedkaran be’, ‘Wê rojek were, AKP hesap bide gel’ ablûkaya polîsan protesto kirin.

MÊRSÎN

Şaxa SES’ê ya Mêrsînê derbarê çalakiya ku ew rojekê dev ji kar berdidin li pêşiya Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê daxuyanî da. Di çalakiyê de dovîzên ‘Tendirustî karekî komî ye’  û ‘Em para westandinê dixwazin’ hatin hildan.

Nûnera SES’ê ya Nexweşxaneya Bajêr Aygul Batmaz bal kişand ser rewşa kedkarên ku bi krîza ekonomîk re mexdûr bûne. 

EDENE

Li Edeneyê jî xebatkarên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çûkûrovayê, Nexweşxaneya Tendirustiya Ruh a Ekrem Yok û Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê dev ji kar berdan. Karker û kedkarên endamên SES û Dev Saglik-Îş’ê bi sloganên ‘Tendirustî karekî komî ye’ û ‘Em dixwazin wekî mirovan bijîn’ daxwazên xwe pêşkêş kirin.

ŞIRNEX

Li Cizîra Şirnexê jî kedkarên tendirustiyê dev ji kar berdan û li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê daxuyanî dan. Endamên SES’ê tevlî çalakiyê bûn û pankarta ‘Tendirustî karekî komî ye,  nabe ku ji hev were qutkirin’.

Sekretera Jinan KESK’ê Şirnexê Hatûn Magî diyar kir wan ji bo daxwazên xwe dev ji kar berdane û got “Ev greveke hişyariyê ye. Heta ku daxwazên me pêk were, em ê têkoşînê bidomînin.”