Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî 15’ê Sibata 1999’an ji Kenyayê hate revandin, li ser qewlê wî li ‘Çarmixa Îmraliyê’ xistin. Beriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê giravê were bicihkirin 4’ê Sibata 1999’an CIA û MÎT a Tirk der barê Îmraliyê de protokoleke veşartî îmze kirin. Piştre ev girav hate valakirin û 16’ê Sibatê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir hate bicihkirin.
'ÎMRALÎ SÊSTÛNÎ YE'
Çendî ku Îmralî wekî Guantanamoyê bê nîşandan jî lê şert û mercên wê pir girantir in. Der barê Îmraliyê û pergala li wê derê gelek nîqaş hatin kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pergala Îmraliyê pênaseya 'sêstûnî' dike û dibêje; "Hêleke wê DYA, hêleke wê Ewropa û hêla wê ya din jî Tirkiye ye û pergaleke xweser û kûr e."
PEYMANA VEŞARTÎ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha pênaseya Îmraliyê kirîbû, "Îmralî, ne wekî pergala girtîgehên din ên Tirkiyê ne. Statu û pergala li vê derê bi peymaneke veşartî hatiye çêkirin. Emerîkayê li gelek deverên din girtîgehên wisa taybet çêkirine. Îmralî jî ji aliyê Emerîkayê bi peymaneke veşartî hatiye çêkirin û girtîgehek e taybet e."
'HAYA CPT JI TIŞTÊN LI VIR DIQEWIMIN HEYE'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rola CPT’yê jî nirxandin kirîbû û ev tişt gotibû, "Divê mirov CPT tenê weke heyeteke ku çendê carekê tê û diçe, nebîne. Haya wan ji tiştên li vê derê diqewimin heye."
'ROLA TIRKIYEYÊ NOTIRVANÎ YE'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje rola ku ji bo Îmraliyê dane dewleta Tirk bi tenê notirvanî ye û wiha qala rola Tirkiyeyê dike, "Dibêjin navendeke krîzê ya serokwezîrtiyê vê derê bi rê ve dibe, lê ne wisa ye. Ev der, rasterast girêdayî Emerîkayê ye. Îmralî girtîgeheke di dirûvê Guantanamoyê de ye. Bi tiştên li vê derê tînin serê min, hin ders tên girtin."
'TECRÎD TÊ WATEYA ÎDAMÊ'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şert û mercên li Îmraliyê jî van gotina dibêje: "Mirov nikare 6 rojan jî di van şert û mercan de îdare bike. Ez wekî kesekî ku girêdayî amûra oksîjenê be, roja canê wan bixwaze dikarin wê fîşê bikişînin. Jixwe girankirina tecrîdê tê wateya îdamê. Polîtîkayên tecrîdê piştre weke mirina hêdî hêdî hat revîzekirin."
TECRÎDA MUTLEQ
Polîtîkaya mirina hêdî hêdî di sala 2011'an de hate lezandin. Ewilî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qedexe kirin. Piştre parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22’yê Mijdara 2011’an de hatin girtin. Her wiha di 6’ê Cotmeha 2014’an de jî hevdîtina malbatê û wasî hat qedexekirin. Di Nîsana 2015’an de jî hevdîtina Heyeta Îmraliyê jî hat qutkirin. Pê re "tecrîda mutleq" dest pê kir.
Rayedarên dewleta Tirk ev pêvajo wekî "Li Îmraliyê definkirina Ocalan" pênase kirin. Piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an jî Îmralî bi her awayî hat îzolekirin. Ev îzole heta encamdana berxwedana bi grevên birçîbûnê dewam kir. Parêzer 2’yê Gulana 2019’an çûn giravê. Herî dawî 7’ê Tebaxa heman salê çûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsanê de bi rêya telefonê karî bi malbata xwe re biaxive. Ji wê demê ve agahî jê nayê girtin.