Yuksekdag: Dengê dayikan wê dîwarên zindanan hilweşîne!

Hevseroka dîlgirtî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag peyamek ji malbatên girtiyan ên berxwedêr re şand û got, "Heta ku hûn ji derve dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin, dîwarên zindanan hemû wê bêne hilweşandin."

Malbatên girtiyan li Baroya Amedê 21 roj in di Nobeda Edaletê de ne. Hevseroka dîlgirtî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag peyameke piştgiriyê ji bo malbatên berxwedêr re şand.

Peyama Yuksekdag wiha ye:

"Ji dayikan re;

Dayikên me yên hêja, ez we ji dil û bi hesret silav dikim. Hûn li derve bûne deng û nefesa me. Bila ked û çalakiya we her tim xurt be. Em li hundir, hûn li derve bi dil, ked û wijdanê xwe yê bedew ji bo gelên me li ber xwe didin. Em ji derve hûn ji hundir heta ku dengê xwe bilind bike wê dîwarên hemû zindanan hilweşin. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin. Ji bo berdana girtiyên nexweş em têkoşîna demokratîk bilind bikin û li dora nirxên mezin ên mirovahiyê bicivin."