Li dijî êrişên DAÎŞ’ê DBP’ê banga yekîtiyê li Kurdan kir
DBP’ê bal kişande ser êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Kerkûkê û banga yekîtiya netewî li gelê Kurd kir.
DBP’ê bal kişande ser êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Kerkûkê û banga yekîtiya netewî li gelê Kurd kir.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gundên Kurdan ên li Kerkûkê.
DBP’ê têkildarî liv û tevgera DAÎŞ’ê ya di rojên dawî de zêde bûye û xemsariya PDK'ê ya li dijî van êrişan de daxuyaniyek nivîskî da û êrişên DAÎŞ’ê yên li dijî pêşmerge û xelkê Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Her wiha DBP'ê di daxuyaniya xwe de ji ber xemsariya wê ya li hemberî êrişan bertek nîşanî PDK'ê da û bang lê kir ku berê çekên li dijî PKK'ê bide çeteyên DAÎŞ’ê û xelkê Başûr ji êrişên DAÎŞ’ê biparêze.
ÇEKÊN KU DIVIYABÛ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê BIHATINA BIKARANÎN, JI BO ŞERÊ NAVXWEYÎ TÊ BIKARANÎN
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li Başûrê Kurdistanê, ji meha mijdarê ve DAÎŞ êrîşan dibe ser gelê Başûr û hêzên Pêşmerge û Di van êrîşan de 20 pêşmerge û ji gel jî kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene û wiha pêde diçe; “Duh êvarê di nûçeyan de hat ragihandin ku li derdora Kerkûkê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birine ser gundan. Weke tê zanîn Koalîsyona navnetewî ji bo tekoşîna li dijî DAÎŞ’ê çek û cebilxaneyên giran dabû PDK'ê. Ev çek û cebilxane ku diviyabû li dijî DAÎŞ’ê bihatina bikaranîn, mixabin ji bo pêşvebirina şerê navxweyî tê bikaranîn.
Hêzên tarîtiyê yên weke DAÎŞ’ê bi taybetî Tirkiye hêza xwe ji netewe dewletên Rojhilata Navîn digirin. Kirinên Tirkiye li seranserê Kurdistanê têk birina Kurdan e. Lê belê ev kirin çiqas zelal bin jî desthilatdariya Başûr (PDK) vê karesatê ya nabîne yan ji nedîtî ve tê. Li Rojhilata Navîn rola DAÎŞ’ê ya sereke têk birina destketiyê Kurdan e. Tirkiye dixwaze destketiyên Kurdan li dijî hêzên Kurd bikar bîne. Bi van polîtîkayên qirêj re dixwaze şerê navxweyî li ser Kurdan ferz bike. Li Başûrê Kurdistanê; gel, rewşenbîr û hêzên welatparêz bûyer û polîtîkayên qirêj dibînin û bertek nîşan didin û PDK'ê hişyar dikin.”
'DİXWAZİN HÊZÊN KURD ÊN DAÎŞ TÊK BİRİNE Bİ RİYA ŞERÊ NAVXWEYÎ TÊK BİBİN'
Di dewama daxuyaniyê de DBP’ê îşaret bi girîngiya yekîtiya Kurdan ya li hemberî wan êrişan kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe tîne: “Em weke Partiya Heremên Demokratik, bang dikin û hişyarî didin û dibêjin ku dem dema yekitiyê ye. PDK bila guh bide gelê Kurdistanê. Tunekirina her hêza Kurd tunebûna Kurdan e. Dijminê Kurdan naxwazin yekitiya gelê Kurd çêbibe. Divê ev bê fêmkirinê. Plana yekemîn; dixwazin hêzên Kurd ên DAÎŞ têk birine bi riya şerê navxweyî têk bibin. Çekên ku divê li dijî DAÎŞ’ê bên bikaranîn, niha ji bo şerê navxweyî tên bikaranîn. Di dîroka Kurdan de cerebeyên mezin hene. Bila ceribandina ‘ŞÎV Û PAŞÎV!’ baş bê fêmkirin.
'DEM DEMA YEKÎTÎ Û AZADİYÊ YE'
Banga me ev e, demildest hêzên Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Hebûn û xwebûna gelê Kurd di kongreya neteweyî de veşartî ye. Em dibêjin dem dema yekîtî û azadiyê ye. Partiya Herêmên Demokratîk van êrîşên qirêj û hovane yên li dijî Kurdan şermezar dike. Serê xelkê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd saxbe.”