Rûniştina Kobanê 5 deqeyan dewam kir

Parêzer û siyasetmedar tevlî rûniştina Doza Kobanê nebûn. Tenê leşkerên Tirk li salonê man. Rûniştin ji bo sibe hate taloqkirin.

Bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên 6-8'ê Cotmeha 2014'an ên li dijî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê, 21 jê girtî 108 kes di doza bi navê 'Doza Kobanê' de têne darizandin. Rûniştina 5'emîn a dozê li Girtîgeha Sîncanê pêk hat.

Rûniştina dozê ku li 22'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Enqereyê pêk hat, parêzer û siyasetmedarên têne darizandin tevlî nebûn. Li salona ku parêzer û siyasetmedar ne amade bûn, tenê polîs û jenderme hatin bicihkirin.

Ji ber ku daxwaza parêzeran a redkirina dadger hate vegerandin, rûniştin tenê 5 deqeyan dewam kir û ji bo sibe hate taloqkirin.