ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pergala Îmraliyê dibêje: “Îmralî, ne wekî pergala girtîgehên din ên Tirkiyê ne. Statu û pergala li vê derê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin. Amerîkayê li gelek deverên din girtîgehên wisa taybet çêkirine. Îmrali jî ji aliyê Amerîkayê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin û girtîgehek e taybet e.”
- Dayîkên Aştiyê yên cihê xwe di çalakiya nobeta li Deriyê Sînor ê Sêmalka de digrin, anîn ziman ku îxaneta PDK xwe dispêre dîroka wê û gotin: “Heta PDK cenazeyên şehîdan radest nekin wê çalakiya xwe berdewam bikin.”
- Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û aktivîsta feminîst Zozan Ozgokçe anîn ziman ku li Kurdistanê fihûş û madeyên hişberiyê weke rêbaza şerê taybet dihat bikaranîn.
- Krîza aboriyê li Tirkiyeyê bandor li gelek beşên xebatê kirine û karê sewalkarî ji li ber tunebûnê ve diçe.