Xizmên windayan ji bo Akyildiz û Doku hatin cem hev
Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo Mehmet Zekî Akyildiz û Gulîstan Doku hatin cem hev.
Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo Mehmet Zekî Akyildiz û Gulîstan Doku hatin cem hev.
Xizmên windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya "bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" di hefteya 669'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqîna Amedê ji aliyê Hîzbûlahiyan ve hat revandin hat pirsîn.
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr a beriya daxuyaniyê axivî qala birîna 10 sal cezayê li tecawizkarê Îpek Er, çawişê pispor Mûsa Orhan hat birîn kir û wiha got: “Mixabin faîl Mûsa Orhan nehat girtin. Li vê erdnîgariyê bêcezatî bûye mertalê hemû binpêkirinên mafan. Jin wê ji bo Îpekê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.”
Pişt re daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim xwend. Yildirim çîroka Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqîna Amedê ji aliyê Hîzbûlahiyan ve hat revandin vegot û aqûbeta wî pirsî.
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya ji bo çalakiya xwe ya hefteya 506’an a li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hatin gelhev û piştî qedexeya 4 hefteyan li pêş bîrdariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê ku pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hat vekirin de rêveberê Şaxa ÎHD’ê Mahfûz Akgul axivî. Akgul, qala çîroka windakirina xwendekera Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî jê nayên girtin vegot.