ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hat kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiyeke sabotajê pêkanîn
Milîsên HBDH’ê ragihand ku li Îzmîrê li hemberî kesekî “faşîst” çalakiyeke sabotajê lidarxistine. -
PJAK: PKK mînaka têkoşîna ji bo azadiyê ye
Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi minasebeta 43’mîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) daxuyaniyek da û ragihand ku salroja damezirandina PKK’ê her tim destpêkek e ji bo hemû azadiyên gelê Kurd û gelên bindest. -
TKP-ML'ê salvegera damezirandinê ya PKK'ê slav kir
TKP-ML'ê salvegera damezirandinê ya PKK'ê pîroz kir, diyar kir PKK li gel her cure êrîşan jî nekarî were rawestandin. -
Ji bo Îmraliyê serî li saziyên navneteweyî hate xistin
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin tecrîda giran de, serî li saziyên navneteweyî dan. -
Komalên Ciwan: Em qefle bi qefle berê xwe bidin nav refên gerîlayan
Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê peyamek weşand û got “. Em di sala 44’an de li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê bijîn, têbikoşin û şer bikin. Em qefle bi qefle berê xwe bidin nav refên gerîlayan.” -
Li Izmîr û Stenbolê şûbeya PTT'ê û wesayitek şewitandin
Insîyatîva Zarokên Êgir ragihand ku yekîneyen wan li Izmîrê û Stenbolê çalakî kirine, şûbeyeke PTT'ê şewitandine. -
KCÊ-E salvegera damezirandinê ya PKK'ê pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê (KCÊ-E) Salvegera Dameziradinê ya PKK'ê pîroz kir û bang kir ku her kes tevlî kampanyaya, ''PKK gel e, gel nayê qedexekirin'' bibin. -
'Divê Elmanya bi rêzdarî nêzî mafên Kurdan bibe û qedexeya li ser PKK'ê rake'
Siyasetmedar Mehmet Demîr ku li dijî qedexeya li ser PKK'ê têdikoşe got, "Divê Elmanya dest ji krîmînalîzekirina mafên gelê Kurd berde. Gava destpêkê ya vê yekê jî rakirina qedexeya li ser PKK'ê ye." -
Li du bajaran terora dewletê: Gelek HDP'î hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Stenbol û Kocaeliyê serê sibehê avêtin ser gelek malan û gelek HDP'î destgîr kirin. -
Li Edeneyê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Edeneyê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Girtiyên PKK’yî û PAJK’î: PKK-PAJK rêya azadiyê ye
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û destnîşan kirin ku wê sala 44'an weke sala azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û li gorî wê tevbigerin. -
ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2021’AN
Li Kurdistan û dinyayê nûçeyên derketine pêş. -
MEBYA-DER xwedî li malbatên girtiyan derket
MEBYA-DER a ku serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan kir raginahd ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye. -
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Îmraliyê serî li saziyên sivîl da
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê serî li gelek saziyên sivîl ên civakî da. -
Li Amedê sewqiyata leşkerî
Gelek wesayîtên zirxî û çekên giran ji bajarên Tirkiyeyê bi trênê anîn Amedê. Li vê derê çek li TIR’an hate kirin. -
Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 10’an de didome. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê ya Imraliyê dan. -
Li Fransayê 27 penaber xeniqîn, CDK-F bang li hikûmetê kir
Konseya Ddemokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) têkilî derdora 30 koçberên Kurd ku dema dixwestin deryaya Manch derbas bikin jiyana xwe ji dest dan bang li hikûmeta Fransayê kir ku tora qeçaxçiyan deşîfre bike. -
Malbata Şenyaşar: Wê jin qedera welat biguherînin
Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin ku wê jin qedera welat biguherînin. -
ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Girtîgeha Kurkçulerê ji bo 52 girtiyan lêpirsîna ‘dîsîplînê’ hat vekirin
Bi hêceta ku li hemberî binpêkirinên mafan çalakî lidarxistine derheqê 52 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edenê lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. -
Li ser çalakiyên ‘AKP îstîfa bike’ mehek qedexe hate îlan kirin
Polîsan li Stenbolê êrîşê welatiyên ku bi bilindbûna nirxê perê biyanî re derketin kolanan kir. Li ser mezinbûna çalakiyan li gelek navçeyan qedexeya çalakiyan hate ragihandin. -
Nerazîbûna li hemberî qirkirina ekolojîk a li Dêrsimê: Ji Dêrsimê bicehimin
Hejmarek jîngeparêz li dijî çêkirina kanên madenan ku dixwazin li Dêrsimê çêbikin hatin cem hev û ev bang kirin, “Em rê nedin qirkirina ekolojîk ya li Dêrsimê.” -
Li Tirkiyê banga ‘AKP îstîfa bike’ her ku diçe berfireh dibe
Li bajarên Stenbol, Mêrsîn û Amedê gel bi armanca şermezarkirina desthilatdariya AKP-MHP daketin qadan.