Wekîla Swîsreyî pêşnûmeya çekên kîmyewî pêşkêşî hikumetê kir
Wekîla koma sosyalîst ya li Parlementoya Federal a Swîsreyê Crottaz Brîgîtte ji hikumetê pirsa bikaranîna çekên kîmyewî li ser gelê Kurd ya ji aliyê dewleta Tirk kir.
Wekîla koma sosyalîst ya li Parlementoya Federal a Swîsreyê Crottaz Brîgîtte ji hikumetê pirsa bikaranîna çekên kîmyewî li ser gelê Kurd ya ji aliyê dewleta Tirk kir.
Wekîla Partiya Sosyalîst Crottaz Brîgîtte, ji bo helwesta Konseya Federal a derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan bipirse, pêşnûmeyek pêşkêş kir.
Brîgîtte di biryara xwe de bibîr xist ku "Konseya Federal di stratejiya siyaseta derve ya 2020-2023'an de balê dikişîne ser nakokiya navxweyî ya Tirkiyeyê ya bi gelê Kurd re û difikire ku bi vî welatî re 'diyalogeke tund, hem rexne û hem jî avaker' divê pêş bikeve."
Di vê çarçoveyê de wekîla Sosyalîst ev pirs ji Konseya Federal kirin:
- Gelo haya Encûmena Federal ji bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyê li dijî herêmên ku Kurd lê dijîn ya sala 2021’an heye?
- Swîsre çawa girêdayî peymanên qedexekirina çekên kîmyewî ye ku bi xwe jî îmzekerê wê ye, bi taybetî li herêmê?
- Nirxandina Konseya Federal a li ser rêbazên şer ên ku Tirkiye di şerên navxweyî û derve de li dijî gelê Kurd bikar tîne çi ye?
- Gelo Konseya Federal dikare pêşbînî bike ku navenda jêhatî ya NBC-Demûnex ya Artêşa Swîsreyê ji bo lêkolîna rastiyan bikar bîne?
- Konseya Federal rêya aştiyeke mayînde li herêmên ku bi giranî Kurd lê dijîn çawa pêşbînî dike?
- Pirsgirêka nêzîkatiyê ya li hemberî Kurdan li Tirkiyê û li navçeyên sînorî yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, çawa di nava têkiliyên dîplomatîk ên navbera Swîsre û Tirkiyê de cih digirin?
Di beşa “pêşketinê” ya pêşnûmeyê de ev xalane hate gotin: “Di sala 2021’an de çapemeniya navneteweyî ragihand ku dewleta Tirk di şerê xwe yê bi gelê Kurd re çekên kîmyewî bikar aniye. Di sala 2019’an de jî ji ber heman sedemê Tirkiye ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî ve rastî lêpirsînê hatibû. Bi giştî tê qebûlkirin ku Tirkiyê li ser xaka xwe an jî li Sûriyê (Rojava) û Iraqê (Başûr) li dijî gelê Kurd zext û rêbazên şer ên gelekî tund pêk aniye. Di pratîkê de kiryarên Tirkiyê, bi berdewamî îhtîmala aştiyeke rast bi gelê Kurd re ji holê radike.”