ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rejîm tehdît dike
Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku tevlî 2’yemîn Forma Şêwirê ya Moskowê bûne, diyar kirin ku şandeya rejîma Baas li gorî rojeva civînê tevnagere. -
Rojnamevan Medîn 'şoreşgerên Rojava' vedibêje
Rojnamevanê Swêdî Joakîm Medîn got, "Li her derê û di her kêliyê de hewl didim vebêjim ku li Sûriyeyê tevî mirin û trajediyan hêviyek jî heye û ev hêvî li Rojava şîn dibe." -
Ji DHF û HDP'ê tifaqa hilbijartinê
Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew ê di 7'ê Hezîranê de tifaqê bikin. -
'AKP bi israra xwe ya enerjiya nukleerê re gefê li pêşeroja me dixwe'
Piştî ku rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (NBH) a Projeya Santrala Nukleerî ya Akkûyû hat erêkirin, karên îhaleyê destpê kirin. Li gorî pisporan, AKP bi israra xwe ya di çêkirina santralên nukleerî re gefê li pêşeroja welêt dixwe. -
Rapora binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan a girtîgehan a meha Adarê aşkera kir. -
HDP: Em ê li gel Romanan têbikoş in
HDP'ê der barê 8'ê Nîsanê Roja Romanan a Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê li gel Romanên ku neçar hatine hiştin di nava şert û mercên ne însanî de bijîn, têbikoş in. -
'Ya ku her du welatan digihîne hev pirsgirêka Kurd e'
Pisporê Rojhilata Navîn Halûk Gerger, piştperdeya têkiliyên Tirkiye-Îranê yên bi serdana Erdogan re ketin rojevê vegot û destnîşan kir ku hêmana bingehîn a van her du welatên hevrikê hev in û carna jî pev diçin dike yek, pirsirêka Kurd e. -
Komeleya Hûbyar Sûltan: Divê hemû canên me dengê xwe bidin HDP'ê
Komeleya Çanda Elewiyan a Hûbyar Sûltan bibîr xist ku serokê wan Kenanoglû ji HDP'ê namzet hatiye nîşandan û destnîşan kir, ku hebûna Kenangolû li Meclîsê wê tevkariyê li têkoşîna Elewiyan bike. -
7 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Nisêbînê hatin veşartin
Cenazeyê 7 kesên li navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê dema diçûn dawetekê û di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, li Nisêbîn a Mêrdînê hatin definkirin. -
Demîrtaş bi Serokê PE’yê Schulz re hevdîtin kir
Serokê Parlamenta Ewropayê Schulz ku ji bo hin hevdîtinên fermî hat Tirkiyeyê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir. -
HDP di rêza 11. a pisûlayê de ye
Piştî ku 11 partiyan xwe ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê vekişandin, rêza partiyên siyasî ya di pisûlaya dengan de guherî. -
5 roj navber dan rûnişta rojnamevana Hollandayî Geerdînk
Têkildarî rojnamevana Hollandayî Frederîka Geerdînk ku li Amedê dijî ji ber li ser çapemeniya civakî parvekirin kiriye bi hinceta ‘propagandaya PKK’ê kiriye’ doz lê hatibû vekirin û rûniştina yekem pêk hat. -
AKP’ê di du salan de hejmara xizanan 7 mîlyon zêde kir
Berdevkê KESK’ê yê demê Îzmîrê Duzcî diyar kir ku AKP li dij feraseta Îslamê tevdigere, li dij xizanan polîtîkayan pêk tîne û got: “Divê xizan, kedkar û bindest bên rêxistinkirin. Bi belavkirina alîkariyan ev nayê çareserkirin.” -
2 AKP'yiyan xwe ji namzetiyê vekişandin
Namzetê AKP'ê yê rêza 6. ê Amedê Abdûrrahman Kûrt û namzetê rêza 2. ê Êlihê Mehmet Emîn Ekmen xwe ji namzetiyê vekişandin. -
Cavallî: Rizgariya gelên Rojhilata Navîn wê bi destê YPG'ê be
Serokê UICC Prof. Dr. Franco Cavallî destnîşan kir ku YPG/YPJ, yekane hêza azadîparêz e ku li Rojhilata Navîn li dijî sîstema xelîfetiya ji baweriya hişk têdikoşe ye. -
HDP dixwaze ji Dêrsimê du wekîlan derxîne
HDP'ê li Dêrsimê meylên li ser bernamzetan nirxand û Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn namzet nîşan da. -
Hêviya Dêrsimiyan HDP ye
Dêrsimiyan destnîşan kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê piştgiriya herî mezin bidin HDP’ê û bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Li parlamenta Ermenîstanê qirkirina Êzidiyan hat nîqaşkirin
Di meclîsa Ermenîstanê de fermanda 4’ê Tebaxê ya 2014’an a li ser gelê Êzidî pêk hat, hat nîqaşkirin. -
Ji Kurdo Baksî ji bo HDP’ê bang
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Kovara Svart-Vitt (Reş-Spî), ku yek ji kovarên herî navdar ên Swêdê ye Kurdo Baksî bang li her aliyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Namzetên HDP'ê yên Aksarayê Bîrcan Dûman û Îsmaîl Dûygûn
HDP wê li Aksarayê bi du namzetan re di hilbijartinên parlamenteriyê de ji bo serketinê li ber xwe bide. Di rêza yekemîn de Bîrcan Dûman, di rêza duyemîn de jî Îsmaîl Dûygûn cih digirin. -
Di lîsteya HDP'ê de hemû beşên civakê hene
Navenda Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê lîsteya namzetan aşkera kir. Di lîsteya HDP’ê de hemû beşên civakê cih digirin û navên di lîsteyê de balê dikşînin -
Mûxalefet û Rêveberiya Xweser li Moskowê hevdîtinan dikin
Civînên tûra duyemîn ên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li Moskowê di navbera aliyan de tên lidarxistin, bi hevdîtinên navbera heyetên mûxalefeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve dewam dikin. -
Nûnerên Elewiyan: Divê hemû Elewî dengê xwe bidin HDP'ê
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi armanca destekdayîna HDP'ê panelek bi beşdariya nûnerên Elewiyan pêk hat. Di panelê de bang li Elewiyan hat kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Di nava CHP'ê de rêjeya jinê ji sedî 18 ye
Ji 550 namzetên CHP'ê yên parlamenteriyê bi tenê 103 jê jin in. CHP bi rêjeya ji sedî 18'an re, di asteke gelekî kêmî daxwaza rêxistinên jinan ên ji bo temsîliyeta wekhev de ye. Hejmara namzetên ciwan jî 10 e. -
Tûglûk: Di 7’ê Hezîranê de em di bin sîwaneya HDP’ê de bibin yek
Parlamentera HDP’ê Aysel Tûglûk li bajarê Bordeauxê beşdarî bernameyekê bû û diyar kir ku wê ji bo daxwaz û azadiya Elewiyan têbikoş in. Tûglûk destnîşan kir ku wê benda hilbijartinê jî bê hilweşandin.