Cavallî: Rizgariya gelên Rojhilata Navîn wê bi destê YPG'ê be
Serokê UICC Prof. Dr. Franco Cavallî destnîşan kir ku YPG/YPJ, yekane hêza azadîparêz e ku li Rojhilata Navîn li dijî sîstema xelîfetiya ji baweriya hişk têdikoşe ye.
Serokê UICC Prof. Dr. Franco Cavallî destnîşan kir ku YPG/YPJ, yekane hêza azadîparêz e ku li Rojhilata Navîn li dijî sîstema xelîfetiya ji baweriya hişk têdikoşe ye.
Serokê UICC Prof. Dr. Franco Cavallî destnîşan kir ku YPG/YPJ, yekane hêza azadîparêz e ku li Rojhilata Navîn li dijî sîstema xelîfetiya ji baweriya hişk têdikoşe ye. Cavallî got, "Li dijî sîstemên mêtînger û ji baweriyên hişk ku bi sedan salan li ser gelên Rojhilata Navîn hatin ferzkirin, îro bi tenê Kurd bi sîstema Rojava re ji bo gelan sîstemeke azadîparêz û alternatîf ava dikin. Divê her kes piştgiriyê bide vê sîstemê."
Prof. Dr. Franco Cavallî yê li bajarê Swîsre Ascona dijî wezîfeya serokatiya Rêxistina Kontrola Kanserê ya Navneteweyî (UICC) û Enstîtuya Onkolojî ya Swîsreyê (IOSI) yên navenda wan li Cenevreyê ne, dimeşîne. Cavallî wateya sîstema Rojava ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, rola Kurdan a li Rojhilata Navîn û asta kampanya xwe ya bi komek ji doktoran re ji bo Kobanê daye destpêkirin, ji ajansa me re nirxand.
Cavallî ku ji bilî jiyana xwe ya pîşeyî weke siyasetmedarekî xwedî nêrîna sosyalîst tê naskirin, di heman demê de bi desteka xwe ya ji bo sîstemên sosyalîst ên li Kuba, Venezûela û gelek welatên Latîn Amerîka tê zanîn. Cavallî her wiha doktoriya lîderê Venezûelayê Hûgo Chavez ê ku jiyana xwe ji dest da, kiribû. Cavallî xebatên xwe ên siyasî di nava Partiya Sosyalîst a li Swîsreyê de dewam dike.
'JI BO KOBANÊ 21 HEZAR FRANK HATIN KOMKIRIN, KAMPANYA WÊ DEWAM BIKE'
Cavallî anî ziman ku wî di nava salên dûr û dirêj de destek daye têkoşînên li welatên Latîn Amerîka û di serî de Kuba û Venezûela ji bo sîstemên sosyalîst û çep ên li vê herêmê li ser piyan bimîne, ew xebitiye û vê xebata xwe jî dewam dike. Cavallî da xuyakirin ku ew Rojhilata Navîn jî ji nêz ve dişopîne û got, "Li Rojhilata Navîn salên dûr û dirêj e sempatiya min ji bo Kurdan heye. Di dema dawî de min dît ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Yekane hêza ku li dijî dijminekî mirovahiyê yê bi navê DAIŞ'ê têdikoşe, Kurd e. Li gorî berpirsyariya xwe ya wijdanî, bi komeke hevalên xwe yên doktor me di meha Çileyê de ji bo destekdayîna Kobanê li Kantona Tîcîno kampanyayek dan destpêkirin. Di nava vê kampanyaya ku bi 10 doktoran re me destpê kir niha 40 doktor hene û heta niha 21 hezar Frank hatine komkirin. Ev kampanyaya me wê mezin bibe û dewam bike."
'YPG Û YPJ WÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN AZAD BIKIN'
Cavallî da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn li dijî parêzvanên sîstema xelîfetiyeke hişk, Kurd bi tena serê xwe têdikoş in û destnîşan kir ku yekane alternatîfa rizgariya gelên Rojhilata Navîn hêzên YPG û YPJ ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin e. Cavallî polîtîkayên Amerîka yên bi salane li herêmê dimeşîne bi zimanekî tund rexne kir û got, "Bêyî pêşkêşkirina projeyeke jiyana bi hev re ya gelên li wir, çareserî nabe. Ev proje jî ji aliyê Kurdan ve tê pêşkêşkirin. Bombekirina DAIŞ'ê ji hewayê ji aliyê Amerîka ve, rizgariyê pêşkêşî gelên li wir nake."
'BERXWEDANA YPG Û YPJ'Ê MÎNA ŞERÊ LI DIJÎ FAŞÎZMA HÎTLER Û MÛSSOLÎNÎ YE'
Cavallî da zanîn ku di encama polîtîkayên bi dehan salan ên cîhana Rojava li hemberî Rojhilata Navîn meşandiye de DAIŞ îro derketiye holê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di serî de Amerîka welatên cîhana Rojava yên dixwazin çavkaniyên petrolê yên li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin, bi dehan salan li şûna demokrasiyê hewl dan sîstemên mêtîngeriyê li herêmê ava bikin. Di encama van polîtîkayan de û bi desteka welatên Ereb û Tirkiyeyê re, DAIŞ derketiye holê."
Cavallî ragihand ku ew bi sempatiyeke mezin nêzî şerê YPG û YPJ'ê yê li dijî DAIŞ'ê dibe û got, "Dişibe şerên partîzan ên hêzên çep û sosyalîst li çiyayan li dijî faşîzma Hîtler û Mûssolînî. Ev şer ji aliyê Kurdan bi tenê ve tê meşandin. Tevî vî şerî, sîstemeke alternatîf pêşkêşî hemû gelên li herêmê dikin. Şerekî ku divê her kes teqdîr bike, dimeşînin."
'DI NAVA TEVLÎHEVIYA ROJHILATA NAVÎN DE ALTERNATÎFA YEKANE MODELA ROJAVA YE'
Cavallî da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn heta niha sîstema feodal û hişk a Ereb û sîstema Siyonîst a Îsraîlê ya bi piştgiriya hêzên cîhana rojavayî hene û destnîşan kir ku li dijî van sîsteman, yekane alternatîfa jiyaneke bi hev re û azad a gelan, sîstema Rojava ye ku ji aliyê Kurdan ve hat afirandin. Cavallî di vê mijarê de ev nirxandin kir: "Li Rojava sîstemeke welê tê avakirin ku gel di rêveberiyê de yekser xwedî mafê gotinê ye. Di nava vê sîstemê de her gel bi rengê xwe hebûna xwe diparêze. Kurd îro li Rojhilata Navîn modeleke ku dikare ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak, ava dikin. Di nava vê tevlîheviyê de yekane alternatîf modela Rojava ye. Ev sîstema tê avakirin di heman demê de pêşî li afirandina civakeke azadîparêziya zayendî vedike. Şerê azadî û nasnameyê yê jinên Kurd ku di nava rastiya Rojhilata Navîn de bi awayekî bê hempa dimeşînin, bandoreke mezin li min kir. Ev têkoşîn wê çarenûsa jinên Rojhilata Navîn biguherîne."
'BI KOBANÊ RE QÎRÎNA AZADIYÊ YA KURDAN LI HER DERÊ DENG VEDA'
Cavallî ragihand ku têkoşîna Kurdan yekemcar bi vî rengî di nava raya giştî ya cîhanê de deng vedide û diyar kir ku bi berxwedana azadîparêz a li hemberî DAIŞ'ê re welatên dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin, bêdengiya xwe ya li hemberî Kurdan xera kirin. Cavallî got, "Hêzên rojavayî di çarçoveya berjewendiyên xwe de zêdeyî 40 sal in nexwestin têkoşîna Kurdan bibînin. Ji ber ku bi rejîmên dîkta yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye yên Kurdistan dagir kirine re her tim xwedî peymanên li ser bingeha berjewendiyan bûn. Tevgera bi van welatan re, li pêşiya bihîstina dengê Kurdan li raya giştî ya rojava bû asteng. Bi derketina terora DAIŞ'ê re bi taybetî bi berxwedana li Kobanê hat meşandin re ev bêdengiya van welatan ser û bin bû. Qîrîna Kurdan a demokrasî û azadiyê li her derê hat bihîstin. Hêzên rojavayî ku bi terora DAIŞ'ê re dîtin ku nirxên demokrasiyê bi tenê ji aliyê Kurdan ve tên parastin, kêm be jî berê xwe dane Kurdan."
'BI PÊŞENGIYA KURDAN RE GEL BER BI AZADIYÊ VE DIÇIN'
Cavallî da xuyakirin ku ew têkoşîna Kurdan a li Rojhilata Navîn dişibîne qewimînên di dema 2. Şerê Cîhanê de û destnîşan kir ku mîa têkoşîna Sowyetan a bi pêşengiya Stalîn li hemberî faşîzma Elman hat meşandin, Kurd di sedsala 21'an de li dijî hêzeke dikare bibe belayê serê tevahiya cîhanê, dimeşînin.
Cavallî got, "Beriya 2. Şerê Cîhanê, cîhana rojava li hemberî Stalîn û Sowyetan xemsar bû. Piştî ku şer destpê kir, Amerîkî bi xwe jî bi sempatî nêzî Stalîn bû. Û di encama şer de gelek welatan serxwebûna xwe ragihandin û gihaştin azadiya xwe. Diyare îro heman pêşengî ji aliyê Kurdan ve tê kirin. Gel ber bi azadiya xwe ve dimeşin. Kurd bi vê sîstemê re di vê demê de wê azadiyê diyarî xwe û hemû gelên li herêmê bikin."
Cavallî da xuyakirin ku ew dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne û got, "Beriya niha derfetên min hebûn ku di nava heyeta çû Îmraliyê de cih bigirim. Lê belê ji ber ku di wê demê de ez li Latîn Amerîkayê bûm, nekarî beşdar bibim. Hêvîdarim ku di dema pêş de wê derfeteke din a bi vî rengî derkeve holê."