Rojnamevana Geerdînk sûcdarî qebûl nekirin, rûniştin jî taloqî 13’ê Nîsanê hat kirin.
Têkildarî rojnamevana Hollandayî Frederîka Geerdînk ku li Amedê dijî ji ber li ser çapemeniya civakî parvekirin kiriye bi hinceta ‘propagandaya PKK’ê kiriye’ doz lê hatibû vekirin û rûniştina yekem pêk hat. Di îdîanameya ku ji aliyê dozger ve hat amadekirin ji bo Geerdînk ji salekê heta 5 salan ceza hat xwestin. Geerdînk derket pêşberî dozger. Rûnişta ku ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), rojnamegerên Hollandayî û rayedarên Seferatxaneya Hollandayî hat şopandin nêzî saetekê berdewam kir.
Dozgerê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir, ji bo Geerdînk ku di îdîanameyê de 6 sal ceza hatibû xwestin, beraet daxwaz kir. Dozger da zanîn ku sûcê propagandaya rêxistinê hêmayê qanûnî ava nake, roportaja Cemîl Bayik xebatên rojnamegeriyê ye û parvekirinên li ser Facebook û Twîtterê jî nêrînên şexsî ne û daxwaza beraeta rojnamegera Hollandî kir. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 13’ê Nîsanê kir.