ROJANE
Hemû Nûçe
-
Namzeta HDP'ê Başaran: Yekane partiya dikare li hember AKP'ê bisekine HDP ye
Namzeta HDP'ê ya Êlihê ya Rêza 3. Başaran bal kişand ser kêmbûna hêza AKP'ê û got, "Yekane partiya dikare pêşî li AKP'ê bigire HDP ye. Başaran destnîşan kir, ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê HDP li Meclîsê be. -
'Di 7’ê Hezîranê de dengên me ji HDP’ê re ne'
Yekîtiya Hêza Demokratîk-Hollanda, bi daxuyaniyekê ragihand ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de wê dengê xwe bidin HDP'ê. -
Kurkçu: Gelê Îzmîrê yê bi azadiya xwe ve ye wê HDP'ê tercîh bike
Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu bang li AKP û Serokkomar Erdogan kir ku dest ji çalakiyên provokatîf berdin. Kurkçu ji bo hilbijêrên Îzmîrî got, "Hilbijêrên Îzmîrî yên bi azadî û serxwebûna xwe ve ne, wê HDP'ê tercîh bikin." -
Heyeta AGÎT Koma Meclîsê ya HDP’ê ziyaret kir
Ji heyeta AGÎT Andreas Baker, Steven Martin û Vladimir Misev, Koma Meclîsê ya HDP’ê ziyaret kirin. Heyeta AGÎT’ê diyar kir ku ji bo têkildarî ewlekariya hilbijartinên 7’ê Hezîranê nirxandina daxwaz û rewşê li Tirkiyeyê ne. -
Li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniye girtî rastî zextan tên
Hat diyarkirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye dimînin, ji ber çalakiya li dijî heqaretên gardiyanan cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. -
Civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya Ege û Akdenîz a HDP pêk hat
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya Herêmên Ege û Akdenîzê de axivî û got ku AKP dikare li hemberî muxalefeta dijberî xwe hêza şer bi kar bîne û ev jî rê li ber şerekî navxweyî veke -
Nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray hat binçavkirin
Nûçegihana me Zeynep Kûray li Enqereyê hat binçavkirin. Kûray a têkildarî cinayeteke ‘kiryar nediyar’ hat binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. -
Li Serokatiya AKP’ê ya Wanê çi diqewime?
AKP li Wanê parçe dibe û hêza xwe winda dike. Endamên eşîra Kuresunnî bi hinceta ku di lîsteya namzetiyê de cih nedane wan, meşiyan avahiya AKP’ê. -
AKP'ê sîstema Serokatiyê xist beyannameya xwe ya hilbijartinê
Di beyannameya hilbijartinê ya AKP'ê de "destûra bingehîn a sivîl" û "sîstema serokatiyê" cih girt. Serokwezîrê Tirk Davûtoglû di axaftina xwe de HDP hedef girt. -
Doza komkujiya Somayê di dorpêça polîsan de didome
Duyemîn rûniştina doza komkujiya Somayê didome. Li dijî helwesta polîs û heyeta dadgehê ya li hember kesên xwestin dozê bişopînin, nerazîbûn hat nîşandan. -
Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Dogan: Em ê rêya tarîtiyê bigirin
Namzetê HDP'ê yê Herêma 2. a Îzmîrê Dogan diyar kir ku ew ê pirsgirêkên Îzmîrê bi avakirina Meclîsên Gel re çareser bikin û destnîşan kir ku AKP û CHP jiyaneke nû pêşkêşî civakê nakin. -
Stratejiya parastina cîhanê ji asteroîdan tê nîqaşkirin
Li hemberî îhtimala lêketina bi hezara asteroîdan bi mezinahiya sedan metreyî, amadekariyên sîstema parastina cîhanê tên kirin. Di konferansa li paytexta Îtalya Roma de li ser du projeyên girîng ên li dijî meteorên mezin nîqaş tên meşandin. -
Alî Alfatli: Bi ruhê ADYOD'ê em di nava HDP'ê de ne
Namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Manîsayê Alî Alfatli diyar kir ku di dema ADYOD'ê de ew li gel Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê A.H. Kaytan, M. Karasû, H. Karer û K. Pîr têkoşiya ye û anî ziman ku ji bo ruhê wê demê bîne nava HDP'ê, wê têbikoşe. -
Kalkan: Dixwazin hilbijartinê sabote bikin, bila siyaseta sivîl bikeve nava tevgerê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku operasyona li Agirî provokasyoneke kûr e ji bo astengkirina pêşketina HDP'ê hatiye plankirin. Kalkan got, "Ev yek êrîşa li dijî îhtimala qezençkirina hilbijartinê ye." -
Li Swêdê banga ‘Divê HDP bendê derbas bike’
Li Swêdê ji aliyê sedan penaber, demokrat û sosyalîstan ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji bo HDP’ê kirin. -
Li Marsê av hînê şilavî ye
Li gorî encamên nû yên ji lêkolînan hatin bidestxistin, ava ku tê gotin li Marsê qeşa girtiye, hînê şilavî ye. -
Li Hannoverê xebatên hilbijartinê dewam dikin
Li bajarê Elmanya Hannoverê xebatên hilbijartinê dewam dikin. Ji berdevkên Koordînasyona Hilbijartinê Guneş der barê planên xwe yên xebatê de agahî da û diyar kir ku ew ê di 18'ê Nîsanê de bi beşdariya namzetên HDP'ê şevekê lidar bixin. -
Rapora karê HDP'ê yê li Meclîsê
Parlamenterên HDP'ê di dema 24'an de 5960 pêşniyarname, 260 pêşniyar qanûn û 910 pêşniyara lêkolînê kirin. 2290 carî li kursiyê axivîn û 506 carî civînên çapemeniyê lidar xistin. -
Li Brîtanyayê amadekariyên mîtînga mezin a HDP'ê
Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re, xebatên hilbijartinê yên li Brîtanyayê zêde bûn. -
Li Stockholmê semînera qirkirinê
Li paytexta Swêd Stockhomê Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan bi munasebeta 100. salvegera qirkirinê semînerek pêk anî. -
‘Dozên KCK’ê û yên çep nîşaneya yekîtiya AKP-Cemaetê ye’
Hiqûqnas Ercan Kanar da zanîn ku amadekarî tê kirin dozên Ergenekon, Balyoz û sûîqesta li hemberî Bulent Arinç ji HSYK re bên şandin, lê belê balkêş e di nava van dozên werin şandin de doza KCK'ê nîne. -
Yilmaz: Di 7'ê Hezîranê de ya em ê bibin alîgirê statukoyê yan jî yê azadiyê
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz destnîşan kir ku AKP ji ber ji hêza gel a rêxistinbûyî ya HDP û HDK'ê afirandine ditirse, xwe li zîhniyetê Ergenekonê girtiye û dixwaze dîktatoriya xwe biparêze. -
Onder bang li Davûtoglû kir: Em biçin Giyadînê û li aliyan guhdarî bikin
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder got, "Di serî de Davûtoglû û Yalçin Akdogan ez bang li hemû endamên desteya çareseriyê dikim, ku li gel çapemeniyê, em biçin herêma pevçûnê û li aliyan guhdarî bikin." -
Demîrtaş: Yên mirine ji bo vê hikûmetê ne girîng in
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş got, "Divê em rêyên guhertina vê desthilatdariyê bibînin. Ne 301 canên li Somayê mirin ne jî yên li Agiriyê mirin, ji bo vê hikûmetê ne girîng in. Hemû bindest, divê em desthilatdariya ji dengên HDP'ê ava bikin." -
Rûniştina li ser doza karaseta Somayê taloqî 15’ê Nîsanê hat kirin
Piştî karaseta navçeya Soma ya Manîsayê ku 301 karkerên madenê hatin qetilkirin şûnde, doza têkildarî 8 jê girtî 45 kesî de hatibû vekirin, ji ber aloziya ku derket, navber danê.