'Di 7’ê Hezîranê de dengên me ji HDP’ê re ne'
Yekîtiya Hêza Demokratîk-Hollanda, bi daxuyaniyekê ragihand ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de wê dengê xwe bidin HDP'ê.
Yekîtiya Hêza Demokratîk-Hollanda, bi daxuyaniyekê ragihand ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de wê dengê xwe bidin HDP'ê.
Yekîtiya Hêza Demokratîk-Hollanda, bi daxuyaniyekê ragihand ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de wê dengê xwe bidin HDP'ê.
Federasyona Komeleya Karkerên Demokratîk (DÎDF), Federasyona Yekîtiya Elewiyên Hollandayê (HAK DER), Federasyona Kurdên Hollandayê (FED-KOM) Federasyona Mafê Demokratîk a Ewropayê (ADHK-Hollanda), Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Hollandayê (HTİF), Weqfa Çand û Hunerê ya Enternasyonel a Vardiya (VEKSAV) ku Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollandayê ava kirin, daxuyaniyek têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê de da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de tên kirin, ger pêvajoya em tê de ne li ber çavan bê girtin, ji hemû hilbijartinên ku heta îro hatine kirin, girîntir e.
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollandayê di berdewamiya daxuyaniyê da zanîn ku hikûmeta AKP’ê ya ku 13 sal e li ser kar e, zîhniyeta nîjadperest, yekparêz, înkarker, zayendparêz û paşverûtî di demên dawî de kûrtir kiriye û welat veguhertiye cehnemê û got: “Ev zîhniyeta ku li dijî her kes û her tiştê ku ne ji wan e, dijmin e, astengiya herî mezin a li dij têkoşîna demokrasiyê ye. Erdoganê ku bi xeyalên serokatiyê dişewite û hikûmeta AKP’ê, ji bo ku pergala dîktatoriyê bi bandor bike, zemîna faşîzan a muxalefeta herî biçûk a civakî bi şîdetê diçewisîne, qanûnên ewlehiyê amade dike. Di encama polîtîkayên zayendparêz ên AKP’ê de êdî pêşî nekare li kuştinên jinan bê girtin. Dijminahiya AKP’ê ya li dijî xwezayê jî, xaka welat pêşkêşî patronên sermayayê kiriye, çem û daristan hatine tinekirin.”
Zîhniyeta înkarker a AKP’ê gelê Kurd tine dihesibîne û dibêje pirsgirêka Kurd tine. Daxwaza Tevgera Azadiya Kurd a ‘Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştî’ bi şîdetê bersiv girtiye. Zîhniyeta Yekparêz a AKP’ê, Elewî ji nedîtî ve hatiye û li dij baweriya Elewiyan rêz nîşan nedane. Ji hewldana sunnîkirin, şîîkirin a baweriya Elewiyan dest bernedaye.
Xweranegirtina AKP’ê ya li hemû reng, bawerî, zayendan, êdî ne sirre. AKP di nava gelan de bi israr tovên dijminahiyê diçîne û polîtîkayek şer dimeşîne. Di serhildana Hezîrana 2013’a an de ev polîtîka awayekî zelal ji aliyê mîlyonan kedkarî ve hatiye dîtin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedem çi dibe bila bibe, bi mîlyonan kes ji xaka xwe û hezkiriyên xwe ji bo jiyanek baştir koçî welatên cuda yên Ewropayê kirine û got: “AKP a ji bo pisgirêkên mîlyonan penaberî çareseriyê pêk nayine û her wiha partiyên din jî, di dema hilbijartinan de bi awayekî durû dengan dixwazin. Lê pêkhateyên HDP’ê li Ewropayê xebatan dimeşînin û hewl didin, bibin dengên penaberan. Dengên xwe nedin ti partiyeke ku bi pirsgirêkên we re eleqedar nabin.
Kesên li aligirên siberojek demokratîk, biratî û mirovahiyê ne bila dengên xwe bidin HDP’ê. Yekane rêya ku AKP’ê ji holê rake, piştgiriya ji bo HDP’ ye.” Bang hat kirin divê bend bê hilweşandin û di HDP’ê de bibin yek.