ROJANE
Hemû Nûçe
-
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Gul: Îzmîr ne keleha CHP'ê ye
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê Gul polîtîkaya AKP'ê ya tenduristiyê rexne kir. Dr. Gul diyar kir ku Îzmîr ne keleha CHP'ê ye û got, "Bang li her kesên jiyaneke bi hev re û cihêrengiyan diparêzin dikim, ku tevlî refên HDP'ê bibin." -
Onder: Hikûmetê ji êrîşê re bingeh amade kir
Sirri Sureyya Onder ê HDP'yî, êrîşa li hemberî avahiya xwe ya navenda giştî weke 'dewama provokasyona Agirî' bi nav kir û destnîşan kir ku hikûmetê ji êrîşê re bingeh amade kiriye. Onder diyar kir ku ew ê ewlekariya xwe bi xwe bikin. -
HDP: Wê nikaribin me rawestînin
HDP’ê têkildarî êrîşa li hember navenda giştî got, "Kesên wer difikirin ku wê bi provokasyonên wiha me rawestînin, wê xapandina xwe bibînin.” -
Ji Alîkara Serokê PEN’ê ji bo Obama nameya 'PKK'ê
Alîkara Serokê PEN'ê ya Navneteweyî Kathmann, di nameya ku ji Serokê DYA Obama re şand, xwest PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin. Kathmann diyar kir ku PKK dikare li herêmê aştî û îstîqrarê pêk bîne. -
Li Sêrtê ji bo hevşaredaran lêgerîna ‘Qanûna Ewlehiyê’
Yekem mexdûrên ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ ya ji aliyê AKP’ê ve hat amadekirin û tevî hemû nîqaşan hat qebûlkirin, hevşaredarên Dihê bûn. -
Pinar Turk: Yekane alternatîfa li dijî pergalê HDP ye
Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Îzmîrê Pinar Turk, hemû kesên ku dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin, dawetî dengdayîna ji bo HDP’ê kir. Turk diyar kir ku HDP bi polîtîkayên rastî yên dimeşîne re bûye alternatîf. -
Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
Hate hînbûn ku di saetên serê sibê de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî pêk hatiye. -
Rojnamevan Barzan Îso hat binçavkirin
Rojnamevan Barzan Îso, li Balafirgeha Sabîha Gokçen hat binçavkirin. -
HDP'ê qetilkirina hêstiran xist rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, qetilkirina hêstiran li Roboskî ji aliyê leşkerên Tirk ve, xist rojeva Meclîsê. -
NAV-DEM’ê operasyona li dijî ATÎK’ê şermezar kir
NAV-DEM’ê daxuyaniyek nivîskî da û opersyona li dijî Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Ewropayê (ATÎK) protesto kir. -
Li Sûriyeyê hejmara miriyan 220 hezar derbas kir
Li gorî Saziya Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê ye, ji Adara sala 2011’an û vir ve di şerê li Sûriyeyê de zêdeyî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Doza Soma dewam dike
Rûniştina doza Komkujiya Somayê dewam dike. Di rûniştina ku 8 jê girtî 45 kes lê tên darizandin de, bersûc parastina xwe dikin. -
Operasyona li dijî ATÎK’ê hat protestokirin
Operasyona li dijî ATÎK’ê li bajarên Zurîch, Basel û Duîsburgê hat protestokirin. Di çalakiyan de banga serbestberdana binçavkiriyan hat kirin. -
Li bajarê Norrpîng ê Swêdê abîdeya qirkirinê wê bê çikandin
Meclîsa Şaredariya Norrkopîng a Swêdê ji bo bîranînan Ermenî, Asurî-Sûryanî û Pontus Ruman ku di 1915’an de rastî qirkirinê hatin de wê li navenda bajar abîdeyekê biçikînin. -
'Avabûna Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan rûbirûbûna rasteqîn e'
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu ji bo pêvajoya rûbirûbûnê xwest Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin û nerazîbûn nîşanî provokasyona AKP'ê ya li Agirî da. -
Binçavkirina endamên ATÎK'ê hat protestokirin
Binçavkirina endam û rêveberên ATÎK'ê yên di 15'ê Nîsanê de li bajarê Elmanya Nurnberg û li Swîsreyê hatin binçavkirin, li Stûttart û Mannheimê bi daxuyaniyên çapemeniyê hat protestokirin. -
Nivîskarê Îranî Samakar: Divê gelên bindest û çîna karker destekê bidin şoreşa Rojava
Ji lîderên ciwanên Îranî yên salên 1960-1970'î rojnamevan-nivîskar Abbas Samakar diyar kir ku kapîtalîstên li her devera cîhanê ji sîstema wekhev û adîl a li Rojava aciz in û ji hemû gelên bindest û çîna kar xwest, piştgiriyê bidin şoreşa Rojava. -
Armanca HDP'ê ya li Berlînê zêdeyî 20 hezar deng e -BI DÎMEN E-
HDP xebatên xwe yên li paytexta Elmanya Berlînê dewam dike. Ji berdevkên Navenda Agahdariyê ya Berlînê Işik anî ziman ku gelek beşên civakê yên li bajêr li dora HDP'ê civiyane û armanca wan bidestxistina 20-25 hezar dengî ye. -
Aydinlar: Divê em di nava HDP'ê bigihêjin hev, xwe birêve bibin
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Herêma 1. a Îzmîrê Aydinlar diyar kir ku HDP dengê hemû derdorên bindest e û anî ziman ku AKP bi provokasyonan re hewl dide hêza wan bişikîne, lê belê ew ê bi ser nekevin. -
Sariyildiz: Canê penaberên Kurd 4 TL ye?
Têkildarî qetilkirina Saada Darwîch a Rojavayî ku li sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin de biryar hat dayîn ku ji sûcê ‘kuştina bi qisûr’ kujer berpirs nikare bên dîtin û biryara bêşopandinê hat dayîn. -
Prof. Graeber: Ez Ocalan dipejirînim û teqdîr dikim
Prof. Graber diyar kir ku ew çûye Rojava û ya ku dîtiye şoreş e. Graeber pesnê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku ew tevlî nêrînên wî dibe. -
AGÎF: Operasyona li dijî ATÎK'ê çavtirsandin û gef e
AGÎF'ê nerazîbûn nîşanî operasyona polîsan a li hemberî ATÎK'ê da û got, "Em bi guman in ku guhertinên qanûnî ku qaşo li dijî DAIŞ'ê hatin kirin, li hemberî hêzên şoreşger, sosyalîst û antî faşîst hatibin kirin." -
Namzetê HDP'ê Ateş: Ji 12'ê Îlonê ancax em dikarin hesap bipirsin
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Kamber Ateş ê di dema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê hat ragirtin, ji ANF'ê re axivî: Ji 12'ê Îlonê ancax em dikarin hesap bipirsin, ne AKP. -
'Polîtîkaya tenduristiyê ya AKP’ê nexweşiyê belav dike'
Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Yildirim diyar kir ku AKP polîtîkayên xwe yên neolîberal li qada tenduristiyê bi awayekî bêperwa dimeşîne û bi vî rengî tenduristiya mirovan kiriye sermayeyek. -
Faşîstan li Serîkê êrîşê avahiya HDP’ê kirin
Komeke faşîst, êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Antalya Serîkê kir.