Ji Alîkara Serokê PEN’ê ji bo Obama nameya 'PKK'ê

Alîkara Serokê PEN'ê ya Navneteweyî Kathmann, di nameya ku ji Serokê DYA Obama re şand, xwest PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin. Kathmann diyar kir ku PKK dikare li herêmê aştî û îstîqrarê pêk bîne.

Alîkara Serokê PEN'ê ya Navneteweyî Kathmann, di nameya ku ji Serokê DYA Obama re şand, xwest PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin. Kathmann diyar kir ku PKK dikare li herêmê aştî û îstîqrarê pêk bîne.

Alîkara Serokê PEN'ê ya Navneteweyî Lûcîna Kathmann, ji bo PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, ji Serokê DYA Barack Obama, Wezîrê Karên Derve John Kerry û Kongreya Amerîka re nameyek şand.

'PKK JI BO WELATIYÊN DYA NE TEHLÛKE YE'

Kathmann di nameya xwe de got, “Ez dixwazim PKK ji “lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî ' bê derxistin. Ev sazî ji bo DYA û ti welatiyên wê ne tehlûke ye. Her wiha her roja diçe tişta welatiyên DYA fêm dikin ev e ku, êdî gelê Kurd ji bo DYA mutefîq in. Gelê Kurd ê li hember pêşketina beşên radîlal ên Îslamî li Rojhilata Nêz kontroleke girîng pêşkêş dikin, hêza ku li Iraq û Sûriyeyê îstîqrar û ewlekariyê pêk bîne û biparêze temsîl dike.”

'DIKARE BIBE HÊZA AŞTÎ Û ÎSTÎQRARÊ'

Kathmann bal kişand ser pêvajoya diyalogê ya di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û got, “Ocalan ji bo pevçûnên çekdarî yên li herêma Kurd a Tirkiyeyê bi dawî bibin aktorekî diyarker e. Rêxistina wî ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ derxistin, ji bo ev rêxistin aştî û îstîqrarê pêk bîne wê rê veke ku bibe hêzeke girîng.  Dîsa ji bo baskê wê yê çekdarî li herêmên ku bi rastî pêwîstî pê hene bê veguhastin wê hêsan bike.”

Kathmann, anî ziman ku DAIŞ li hember demokrasî û aştiyê tehdîdeke û pêkanînên DAIŞ’ê yên qetlîamker û kolekirinê yên li ser civaka Êzidî bibîr xist.

'JI LÎSTEYÊ DERXIN'

Alîkara Serokê PEN’ê Lûcîna Kathmann di dawiya daxuyaniya xwe de ev xisûs diyar kir: “Ji nivîskarên ev zêdetirî 20 salan e di nav pêwendiyan de me û ji tecrûbeyên xwe yên di encama gerên min pêk anîne, dikarim diyar bikim, ne dema wê ye ku mirov li hember mutefîkên Kurd ên bi raye astengiyan çêbike. Ji kerema xwe PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derxin.”