Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Divê em rêyên guhertina vê desthilatdariyê bibînin. Ne 301 canên li Somayê mirin ne jî yên li Agiriyê mirin, ji bo vê hikûmetê ne girîng in. Hemû bindest, divê em desthilatdariya ji dengên HDP'ê ava bikin."
Li dû rûniştina doza li ser karesata kana komirê ya Somayê, ku 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li derve daxuyaniyek da. Demîrtaş diyar kir ku ji ber cînayeta kar a li Somayê rû da dil û can îro li vir in û anî ziman ku ya li Soma qewimî ne "qeza" ye, "cînayet" e. Demîrtaş da xuyakirin, ku ji bo pirsîna hesabê komkujiya Somayê ew hatine û mîna her kesî li benda edaletê ne û destnîşan kir ku divê berpirsyariya edaletê bi tenê ji heyeta dadgehê re neyê hiştin.
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştî rewşeke bi vî rengî diviyabû Wezîrê Enerjiyê ji ser qoltixa xwe rabûya û biçûya. Siyasetmedarekî bi tenê jî nayê darizandin. Heta ku siyasetmedar bên darizandin, hingî wijdanê me hemûyan wê rehet bibe. Divê bersûc bê ceza nemînin. Ya girîng ew e ku di vir de rêveberên sîstema êdî bêhn jê tê, bên darizandin. Ji ber ku bi edaleta ji vir derkeve re wê rû bi rû bûn pêk were."
Demîrtaş diyar kir ku ji bo desthilatdariya heyî pere her tişt e û got, "Divê em rêyên guhertina vê desthilatdariyê bibînin. Pêwîste em desthilatdariya xwe ava bikin. Weke xwediyên vê welatî, weke xebatkarên bi xwêdana eniya xwe dixebitin, em ne neçarî desthilatdariya AKP'ê ne. Ne 301 canên li Somayê mirin ne jî yên li Agiriyê mirin, ji bo vê hikûmetê ne girîng in. Hemû bindest, divê em desthilatdariya ji dengên HDP'ê ava bikin."
Li dû daxuyaniyê, Demîrtaş, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel û namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî di nav de HDP'yî bi dirûşmên "Ji Roboskî heta Soma em ê hesap bipirsin" û "Bijî Partiya Demokratîk a Gelan" heta ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Akhîsarê meşiyan. Demîrtaş li ber avahiya navçeyê jî axaftineke kurt kir û ji hemû derdorên civakê re got, "Eger em dixwazin di 8'ê Hezîranê de li welatekî divê em mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û ji bo HDP'ê bixebitin."