Mûxalefet û Rêveberiya Xweser li Moskowê hevdîtinan dikin

Civînên tûra duyemîn ên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li Moskowê di navbera aliyan de tên lidarxistin, bi hevdîtinên navbera heyetên mûxalefeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve dewam dikin.

Civînên tûra duyemîn ên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li Moskowê di navbera aliyan de tên lidarxistin, bi hevdîtinên navbera heyetên mûxalefeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve dewam dikin. Mûxalefet hewl dide metneke ku ji hevdîtinên bi rejîmê re bibe bingeh, îro ava bike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên beşdarî civînê bûne hatin girtin, di hevdîtinên îro de heyetên mûxalefeta Sûriyeyê û Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê civiyane.

Der heqê metna hevpar a îro di civîna li Moskowê bê amade kirin de, ji mûxalefetê nêrînên ji hev cuda nîne, lewma ev yek hêviyê diafirîne. Di metna hevpar a ji aliyê mûxalefetê were amadekirin de nêzîkatiya rejîma Sûriyeyê li çareseriyê tê lêpirsîn û wê rê û rêbazên bidawîkirina şer werin nirxandin. 3 nuqteyên bingehîn ên mûxalefet ji destpêkê ve li ser disekine, naguherin. Mûxalefet plan dike ku zorê bide rejîmê da ku çekan bêdeng bike, rêya alîkariya însanî ya lezgîn veke û di mijara serbestberdana girtiyên siyasî de gavan biavêje.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Taybet ji bo Sûriyeyê Stephan Demîstora û heyetek nûnerê rejîma Sûriyeyê jî tê payîn ku îro bicivin.

GIRTÎ SERBEST WERIN BERDAN WÊ HÊVÎ DERKEVE HOLÊ

Serokê Desteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Guhertina Demokratîk Hassan Abdul-Azîm ji ajansa Spûtnîkê re peyivî û anî ziman ku ji bo ji hevdîtinên li Rûsyayê encamek şênber derkeve û hin biryar werin stendin, çi ji destê wan tê ew dikin. Abdul-Azîm got, "Eger di encama hevdîtinan de tedbîrên çêker ên baweriya bi hev zêde dikin werin destnîşankirin û girtî serbest werin berdan, hingî em dikarin ji bo encamên bi bandor bibin xwedî hêvî."

Di vê navberê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman ku ew ê bi nûnerên mûxalefet û desthilatdariya Sûriyeyê yên cara duyemîn e li Moskowê dicivin, hevdîtinê lidar bixe.

Civînên li Moskowê yên desthilatdarî û mûxalefeta Sûriyeyê li hev civandin, wê 9'ê Nîsanê de bi dawî bibin.