ROJANE
Hemû Nûçe
-
Pevçûn bi dawî bû: 2 çalakger hatin qetilkirin, dozger birîndar e
Di operasyona li hember endamên DHKC’ê yên dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtibûn, 2 çalakger hatin qetilkirin dozger M. Selîm Kîraz birîndar bû. -
Li Edliyeyê pevçûnê destpê kir
Li edliyeyê pevçûnê destpê kir. Li hember çalakgerên ku dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin operasyon hat destpêkirin. -
Çalakger: Daxwazek me hat qebûlkirin
Çalakgerên dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, diyar kirin daxwaza wan a polîsên agahiyên sicîla wan dane rayedaran, bên ber edliyeyê daxuyaniyê bidin hatiye qebûlkirin -
Çalakger: Bila nasnameya polîsan bên aşkerakirin - HAT NÛKIRIN
Çalakgerên ku M. Selîm Kîraz ê serdozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, gotin, “Di nav 5 deqeyan de eger nasnameya polîsên ku me numareya sicîla wan da rayedaran neyên aşkerakirin em ê dozger bikujin.” -
Kesên ji Balyozê dihatin darizandin hatin berdan
Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a binpêkirina maf ku doza Balyoz ji nû ve li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Îstanbul Anadolu destpê kir, biryara beraeta 236 bersûcan hat dayîn. -
Krîza rehîne didome
Bûyera ku bi daxwaza qatilên Berkîn Elvan bên darizandin Mehmet Selîm Kîraz ê dozgerê li dozê dinêre rehîn hat girtin didome. -
Li Tirkiyeyê qutbûna elektrîkê didome
Qutbûna elektrîkê ya li Tirkiyeyê ji saet 10.36’an ve destpê kir didome. -
DHKC, dozgerê doza Berkîn Elvan dîl girt
Hat ragihandin ku DHKC'ê dozgerê lêpirsîna doza Berkîn Elvan dimeşîne, dîl girtî ye. -
Ji polîsan serdegirtina Newrozê: 18 kes hatin binçavkirin
Li Enqere û Wanê, bi hinceta ku tevî pîrozbahiyên Newrozê bûne û 'al û flamayên derveyî qanûnan' hilgirtine, gelek kes hatin binçavkirin. -
Astengiya li pêşiya mafê tedawiyê yê Erkîn Selanîk dewam dike
Erkîn Selanîk ê li Kobanê xizmeta tenduristiyê dida jin û zarokên mexdûrên şer, ji ber parçeyê şarapnelê ji serê xwe birîndar bû. Selanîk hînê tedawiya wî temam nebû hat girtin û mafê wî yê tedawiyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin. -
'Li taxa me rîska karesatê nîne, biryara veguherîna bajariyî ji bo rantê ye'
Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê bi îdiaya ku ‘rîska karesetê’ heye biryara veguherîna bajariyî hat girtin. Şêniyên taxê ku nêzî 10 hezar kes e, nerazîbûn nîşanî vê dan û ji bo betalkirina projeyê dest bi xebatên rêxistinkirinê kirin. -
NCDK a Stockholmê kongreya xwe lidar xist
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, di dawiya vê hefteyê de li semta Axelbergê kongreya xwe ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lidar xistin. -
Li Koln û derdora wê xebatên hilbijartinê didomin
Li bajarê Elmanya Kolnê, komîsyona hilbijartinê ya ji 27 kesan pêk tê 5. civîna xwe pêk anî. Di civînê de ji bo Koln û derdora wê bernameya nû hat derxistin. -
Dayika Halîl Uysal jiyana xwe ji dest da
Dayika Halîl Uysal, Salîha Uysal, duh sibehê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. -
Demîrtaş: Benda hilbijartinê berhema darbeya 12'ê Îlonê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li paytexta Elmanya Berlînê beşdarî civîna gel bû û di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an berhema darbeya 12'ê Îlonê ye. -
Yên di qezayê de mirin wê li Til Ebyadê bên veşartin
12 Sûriyeyên ji 13 kesên di qezaya trafîkê ya li Rihayê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Til Ebyadê werin veşartin. -
HDP/HDK: Şehîdên Kizildereyê rê nîşanî me didin
Desteya Rêveber a HDP û Desteya Rêveber HDK'ê, ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'an daxuyanî dan. -
HDP: Nûçeyên li ser namzetan dûrî rastiyê ne
Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin ku nûçeyên di çapemeniya Tirk û medya civakî de li ser namzetên parlamenteriyê tên weşandin, ji rastiyê dûr in. -
HDP greva birçîbûnê ya karkerên li Trabzonê xist rojeva Meclîsê
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken da xuyakirin, ku karkerên TOKÎ yên li Trabzonê, ji ber ku mafên xwe nikaribin werbigirin ev heft roj in di greva birçîbûnê de ne û anî ziman ku wê îro dest bi rojiya mirinê bikin. -
‘Bila dîroka veşartî ya komkujiya Kizildereyê bê aşkerakirin’
Hewldana 78’an û hêzên demorasiyê bi minasebeta 43. salvegera komkujiya Kizildere ya di 30'ê adara 1972'an de pêk hatî li Qada Galatasarayê daxuyanî dan û Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anîn. -
Di girtinên ji ber çalakiyên ji bo Kobanê de skandala duyemîn
Derket holê, B.D. ê bi îfadeya şahidê veşartî ji kuştina 4 kesên di xwepêşandanên ji bo Kobanê yên li Amedê de berpirsyar hat girtin, di dema bûyerê de li nexweşxaneyê tedawî dibû. -
KCD'ê ji bo Patrîk Mar Dînkha sersaxî xwest
KCD'ê da xuyakirin ku mirina Patrîkê Dêra Asûrî ya Rojhilat IV. Mar Dînkha, ji bo gelên Mezopotamyayê windahiyeke girîng e. -
Xwendekarê zanîngehê rastî êrîşa çekdarî hat
Xwendekarê Zanîngeha Sêrtê, li erdê vala yê li pişt Wargeha Xwendekarên Keç a Sêrtê ya Saziya Wargehên Kredî û Hîndekariya Bilind, bi guleya li serî ketî bi birîndarî hat dîtin. Xwendekarê rakirine nexweşxaneyê, ji aliyê mejî ve mirî ye. -
Di civîna gel a li Strasbourgê de banga ‘dengan bidin HDP’ê’
Di civîna gel a li Strasbourgê de banga dengan bidin HDP’ê hat kirin. Nivîskar-lêkolîner û rewşenbîrên beşdarî civînê bûn xwestin, ku ji bo mafên Elewî û bindestan û ji bo têkoşîna li dijî AKP û DAIŞ'ê, deng ji HDP'ê re bê dayîn. -
Li Adore berxwedanê qezenç kir
Karkerên Adore yên ku ji ber endametiya xwe ya li sendîkaya Lîmter-Îş a DÎSK'ê ji kar hatin derxistin û ev 39 roj in li ber xwe dide, hemû mafên xwe qezenç kirin.