Di girtinên ji ber çalakiyên ji bo Kobanê de skandala duyemîn

Derket holê, B.D. ê bi îfadeya şahidê veşartî ji kuştina 4 kesên di xwepêşandanên ji bo Kobanê yên li Amedê de berpirsyar hat girtin, di dema bûyerê de li nexweşxaneyê tedawî dibû.

Derket holê, B.D. ê bi îfadeya şahidê veşartî ji kuştina 4 kesên di xwepêşandanên ji bo Kobanê yên li Amedê de berpirsyar hat girtin, di dema bûyerê de li nexweşxaneyê tedawî dibû. Kesekî ku bi îdîaya berpirsyarê cînayetane hatibû girtin, piştî ku derket holê di dema bûyerê de li girtîgehê ragirtîbû, di encama îtirazê de serbest hatibû berdan.

B.D. ê ji kuştina 4 kesên di bûyerên 6-8'ê Cotmehê de berpirsyar hat dîtin û hat girtin, derket holê ku di navbera 2 û 24'ê Cotmehê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî bû û dihat tedawîkirin.

Li gorî belgeyên ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî hat şandin û di nava belgeyên dosya dozê de cih girtin, B.D. di 2-24'ê Cotmehê de li servîsa Psîkiyatrî ya nexweşxaneyê bû û dihat dermankirin. Li gorî van qeydan, B.D. ê di 2'ê Cotmehê de li servîsa Psîkiyatrî daza, di 24'ê Cotmehê de ji nexweşxaneyê derket. Wekî din, li gorî belgeyeke din nexweşxaneyê di asta rêjeya ji sedî 45'an rapora astengdariyê daye B.D.

Li gorî gilînameya hatiye amadekirin, li gorî beyanên S.Ç. û şahidê veşartî 'Kanarya-1', B.D. bi kevirê di dest de, di dema kuştina Ahmet Dakak, Hasan Gokyuz, Riyat Guneş û Yasîn Boru de di nav akomê de bû û li ber avahiyê pihîn li cesedên li erdê dixist û ji ber vê yekê hatiye girtin.

Di vê navberê de, yek ji kesê ku ji kuştina 4 kesan berpirsyar hat girtin û di 18'ê Adarê de hatibû girtin A.A.Y., aşkera bûbû ku di dema bûyeran de li Girtîgeha Tîpa E dihat ragirtin û di 9'ê Cotmehê de hatiye berdan. Piştî ku ev agahî di çapemeniyê de cih girt, kesê mijara gotinê piştî 2 rojan hatibû berdan.