Çalakger: Daxwazek me hat qebûlkirin

Çalakgerên dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, diyar kirin daxwaza wan a polîsên agahiyên sicîla wan dane rayedaran, bên ber edliyeyê daxuyaniyê bidin hatiye qebûlkirin

Çalakgerên dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, diyar kirin daxwaza wan a polîsên agahiyên sicîla wan dane rayedaran bên ber edliyeyê daxuyaniyê bidin hatiye qebûlkirin.

Çalakgerên ji ANF’ê re axivîn gotin, yek ji daxwazên me ev bû ku polîsên agahiyên sicîla wan dan rayedaran bên ber edliyeyê daxuyaniyê bidin. Rayedaran ev daxwaza me qebûl kirin.”

Çalakgeran her wiha bibîr xistin ku di nav dazwazên wan de, polîsên Berkîn kuştine divê li dadgeheke gel bên darizandin, kesên di çalakiyên ji bo Berkîn Elvan de hatine girtin bên berdan û lêpirsîn bê betalkirin hene.

Tê payîn polîs li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin.