Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken da xuyakirin, ku karkerên TOKÎ yên li Trabzonê, ji ber ku mafên xwe nikaribin werbigirin ev heft roj in di greva birçîbûnê de ne û anî ziman ku wê îro dest bi rojiya mirinê bikin. Balûken ji hikûmetê pirsî ku wê mafê karkeran bidê yan na.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, der barê rewşa karkerên TOKÎ yên ev hefteyeke li Trabzonê ji ber nikarin mafên xwe werbigirin di greva birçîbûnê de ne pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.
Çend ji pirsên Balûken ji Davûtoglû bersiva wan xwest, bi vî rengî ne:
"Ji bo mafên karkerên di greva birçîbûnê de ne werbigirin, ti hewldaneke we heye? Ji bo dawî li çalakiya karkeran ku vediguhere rojiya mirinê bê anîn, hûnê bersivê bidin daxwazên karkeran?
Ji bo ji holê rakirina mexdûriyeta karkeran, bi rêya TOKÎ hûnê bikevin nava hewldanekê?
Li hemberî fîrmaya rê li ber mexdûriyeta karkeran û astengiya xizmeta cemaweriyê vekiriye, wê pêkanînek we hebe?"